Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, sê meh li peyxwe hişt.

Mexmûr - Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku di 20’ê meha Tîrmehê de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin 3 meh li pey xwe hişt.

Çalakî îşev ji aliyê koma 19’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 18’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Wek gelê Kurd emê di pêngavê de bi hemu hêza xwe ve cih bigrin’

Qedrî Şirîşeyî di axaftinên xwe de bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ û got: “Ji ber ku di van demên dawî de guherîn, veguherîn û geşedanên li Rojhilata Navîn de çêdibin, dixwazin pirsgirêka Kurd paşve bidin û bi taybet jî tecrîda li ser Rêbertiya me bidin rewa kirin. Ji bo şikandina vê tecrîdê, azadiya Rêbertî di rojên dawî de, pêngava ku hatî destpêkirin ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derbazî qonaxek nû buye. Bi vê boneyê em li vir didin diyar kirin ku wek gelê Kurd û taybet civaka wargeha Mexmûr em bi hemu hêza di nava vê pêngavê de cihê xwe digrin.”

Qedrî Şirîşeyî di dawiya axaftina xwe de komplogeran şermezar kir û diyar kir ku ewê heta dawiyê bibêjin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re çareserî û azadî.

Piştî axaftinan koma 19’emîn çalakî dewrgirt û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.