Rojnamegerên jin êdî xwedî mal in: Werin em vê hevgirtinê xurt bikin

Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ku di Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de hatiye avakirin, bi armanca guhertina zimanê mêr û hevgirtina li dijî binpêkirinên mafên rojnamegerên jin dest bi rêwîtiya xwe kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed-Rojnamegerên jin ên çapemeniya azad di 7’ê Cotmehê de li Amedê Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ava kirin. Vekirina komeleyê bi beşdariya bi dehan rojnamegerên jin pêk hat. Komele, yekemîn komeleya rojnamegerên jin li Tirkiyeyê ye. Komeleya ku bi armanca guherandin û veguhertina zimanê mêraniyê di çapemeniyê de û bi hevgirtina bi rojnamegerên jin re hatiye avakirin, wê bi atolyeyên ku plansaziyê dike jî ji bo pêşxistina rojnamegeriya jinê bixebite. Rojnameger Safiye Alagaş ku yek ji endamên komeleyê ye, bang li hemû rojnamegerên jin kir ku beşdarî xebatên komeleyê bibin û hevgirtinê xurt bikin.

'Komele li ser pêwîstiya rêxistinbûnê hat avakirin'

Li gorî rapora binpêkirina mafan a sê mehane ya dawî ya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, di nava 3 mehan de 10 rojnamegerên jin hatin binçavkirin, 5 rojnamegerên jin jî dema li qadê dixebitîn rastî îşkenceyê hatin. Safiye Alagaş, anî ziman ku li hemberî van binpêkirinên zêde dibin divê rojnamegerên jin xwe bi rêxistin bikin û bên cem hev û got ku fikra komeleyê li ser vê pêwîstiyê pêk hatiye. Safiye Alagaş der barê pêvajoyê de ev daxuyanî da: “Di sala 2016’an de gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji ber vê sedemê bi sedan rojnamegerên jin bêkar man. Di wê serdemê de me platforma hevgirtinê ava kir. Hebûna platforma me hîn didome. Di pêvajoya dawî de me dît ku weke rojnamegerên jin pêwîstiya me bi komeleyek heye. Li ser vê hewcedariyê, ev çend sal in em fikra vê komeleyê nîqaş dikin. Di encama van nîqaşan de weke rojnamegerên jin me îsal bi dehan rojnamegerên jin re komeleya xwe ava kir.”

'Em ê li qadan dengê xwe bi dengê rojnamegerên jin re bikin yek'

Safiye Alagaş, anî ziman ku rojnamegerên jin hem li qadan hem jî li qadên xwe yên xebatê rastî binpêkirinên giran tên û destnîşan kir ku komele dê li hemberî van binpêkirinan li kêleka rojnamegerên jin bin û vê tundiyê têşîr bike. Safiye Alagaş, destnîşan kir ku armanca wan a herî mezin ew e ku weke rojnamegerên jin hev bi hêz bikin û got, "Yek ji armanca me jî guhertin û veguhertina zimanê zayendperest di çapemeniyê de ye. Ji bo vê jî em ê di nav komeleyê de çalakiyên wek atolye, komxebat û xebata tîmê li dar bixin. Em ê hin bernameyên perwerdeyê yên ku dê rojnamegeriya jinan pêş bixin amade bikin. Em ê li dijî binpêkirinên weke tundiya li qadê û tacîza darazê bibin dengê rojnamegerên jin.”

'Em ê zimanê mêran biguherînin û veguherînin'

Safiye Alagaş, diyar kir ku ew ê li dijî nûçeyên mêr û zayendparêz ên di çapemeniya sereke de tên meşandin bixebitin û got ku ew ê li ser jin û rojnamegeriya jinê nêrîna xwe biguherînin. Safiye Alagaş, anî ziman ku bi van gavan ew ê bibin pêşengê gelek guhertinan û got, “Li Tirkiyeyê tundî tê pronografîkirin. Divê hem ev mêzekirin û hem jî zimanê mêraniyê di medyayê de biguhere. Nûçeyên rûpela sêyemîn dîsa jinên rastî şîdetê hatin 'teşhîr kirin' divê şêwazên nûçeyan bên guhertin, weke ku tîştekî xweşe nîşan didin.Têgihiştina bedena jinan a ku tabloyî tê kirin jî divê bê guhertin. Di vê xalê de zimanê ku em rojnameger bi kar tînin pir girîng e. Rojnamevan bi zimanê nûçeyan dikarin di civakê de wekheviya zayendî biguherînin û baştir bikin.”

'Jinên Kurd tişta ku kes newêribû bike kirin'

Di dawiyê de Safiye Alagaş banga piştevaniyê li komeleya rojnamegerên jin kir û got, "Rojnamegerên jin êdî bûne xwedî mal.” Safiye Alagaş, anî ziman ku deriyê komeleyê her dem ji rojnamegerên jin re vekiriye û wiha got: “Li Tirkiyeyê yekem car rojnamegerên jin komeleyek ava kirin. Cara yekem rojnamegerên jin ên Kurd tişta ku cesareta kesî tunebû kir. Ev ji bo me wate û girîngiyeke mezin e. Ev komele bi taybetî ji ber ku li Kurdistanê ye xwedî wateyeke taybet e. Em hemû gazinan ji zimanê zayendperest dikin, em hêvî dikin ku hemû rojnamevanên jin ji bo guhertin û veguhertina vî zimanî beşdarî atolyeyên me bibin. Bi nîqaşkirina vê mijarê em dikarin di warê rojnamegeriya jin de tevkariyê bidin hev.

Em dikarin nîşanî her kesê bidin ku hêza jinan di çapemeniyê de heye. Bi salan e em ji bo vê têdikoşin. Ev gav ji bo me gelek bi wate ye.”