Çîmen Javanrudi: Gel edî şoreşên xwe bi xwe bi pêş dixin

Parêzvana gel Çîmen Javanrudî diyar kir ku divê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi pêşengiya jinan dest pê kir tu carî neyê jibîrkirin û got: “Gel edî venagere beriya dema qetilkirina Jînayê. Êdî gel bi xwe şoreşên xwe bi pêş dixe.”

 MUJDE KIRMAŞANÎ

Navenda Nûçeyan– Zêdetirî salek di ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna  Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve di bin pêşengiya jinan de li Îranê dest pê kir derbas dibe. Endama Desteya Rêveber a Asoye Jinî Kurd Çîmen Javanrudî têkoşîna jinan a li welat, serhildana li Rojhilat dest pê kir û li tevahiya Îranê belav bû, geşedanên piştî wê nirxand.

‘Ji roja yekem ve gelek jinan li ber xwe dan'

Çîmen Javanrudî bal kişand ku pirsgirêka jinan pirsgirêkek dîrokî û cîhanî ye û bi bîr xist ku jinên Îranê ji destpêka Komara Îslamî ve û heta beriya wê jî ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînê didomînin. Çîmen Javanrudî, diyar kir ku ji dema çewisandin û hicab hatiye ferzkirin û vir ve çalakiyên jinan dest pê kirine û got: “Ji wê rojê û vir ve gelek jinan fêm kirin ku serpêl û hîcab ne tenê xêzeke Îslamî ye, tê wateya rakirin û înkarkirina hebûna wan a civakî. Wan ji rojên yekem ên piştî şoreşa Îslamî li hember qanûnên dijî jinan ên Komara Îslamî berxwe dan.”

'Jinan tu carî serî netewandin'

Çîmen Javanrudî destnîşan kir ku jinan tu carî serî li ber zextên rejîma Îslamî ya Îranê ku bi çewisandina serpêhatiyê dest pê kir û bi guhertinên qanûnî yên ku mafên wan paşve birin, serî netewand û wiha berdevam kir “Lê belê bi saya hebûna gelê Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurd û demokratîk têkoşînê berdewam kir. Li Kurdistanê jin her dem bûye mijareke siyasî. Ji bo jinên Kurd, qebûlkirina ferzkirina hîcabê tê wateya teslîmbûna desthilatdariyê û jinan bi xwe hîcaba Îslamî hilnebijartiye.”

'Şoreşa Jînayê ronesansek bû'

Çîmen Javanrudî bal kişand ku jinan bi taybetî ji sala 2009'an û vir ve her dem cihê xwe di nava xwepêşandanên civakîbûnê de girtine û wiha got:

“Rabûna şoreşa Jinan an jî şoreşa Jînayê ronesans bû. Ji ber ku şoreş bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Jinan di roja yekem a xwenîşandana merasîma cenazeyê Jîna Emînî de, piştî ku malbata Jîna nehiştin zarokê xwe bi dizî binax bikin, jinan duruşm li dijî Komara Îslamî berz kirin û serê xwe rakirin. Ev rakirina hicabê li koka Komara Îslamî xist. Ji ber ku bi avakirina Komara Îslamî nîvê civaka Îranê neçar man ku bêdeng bimînin û gav bi gav ji çalakiyên siyasî û civakî dûr ketin.”

'Xwepêşandanên gel xwedî potansiyelek mezin in'

Çîmen Javanrudî destnîşan kir ku xwepêşandanên gel ên li dijî buhabûn, xizanî, bêkarî û qanûnên li dijî jinan û mafên mirovan xwedî potansiyelek mezin in dikarin guhertinên radîkal pêk bînin. Çîmen Javanrudî ev nirxandin kir:

"Komara Îslamî yek ji hikûmetên paşverû ye. Gelê xwe xistiye bin qanûnên xwe yên li dijî mafên mirovan. Komara Îslamî bi cîbicîkirina van zagonan di heyama desthilatdariya xwe ya 43 salan de bandorê li jiyan û çanda xelkê kiriye. Hicaba ferzkirî, malbat jî di nav xwe de vê polîtîkaya hîcabê bi kar anîn û mêran jî vê yekê li ser jin û keçên xwe ferz kirine. Ji ber ku ev qanûnên li dijî jinan bûn, li gorî mêran bûn. Mêran ji civak û pergala mêrsalarî sûd digrin. Rakirina hîcabê tê wateya ku hemû rêgezên dewleta paşverû ji holê rabin. Di encamê de bi piştgirîya bajarên din ên Îranê ji tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” re, gel ew polîtîkayên 43 salan ên cudakariyên ku Komara Îslamî netewên Kurd, Ereb, Tirk û Lor ji hev dûrdixistin dan aliyekî.”

' Guhertin bi çûndina Komara Îslamî pêkan e'

Çîmen Javanrudî bal kişand ku pirsgirêkên jinan ne tenê rakirina hîcabê ye û wiha got: "Rakirina hicaba mecbûrî tê wateya rakirina hemû qanûnên li dijî jinan ku di 40 salên dawî de dest pê kirine. Yekane pirsgirêka Îranê ne pirsgirêka hîcabê ye. Berevajî vê, dijberiya jinan û mirovahiyê, bêkarî, xizanî, tiryak û nakokiyên navneteweyî jî mijarên din in.” Çîmen Cewanrudî bal kişand ku divê Komara Îslamî biçe û êdî gel teslîmî van şert û mercan nebe û wiha got::

“Bi taybetî ciwan û zarok van qanûnên li dijî mafên mirovan ên Komara Îslamî şermezar dikin. Ji ber ku zagonên Komara Îslamî jî li dijî zarokan in. Zagonên ku heta îro ji aliyê Komara Îslamî ve hatine bicihkirin, ew qanûn in ku li welatên ku di bin desthilatdariya dîktatoran de ne, wek Rûsya di serdema Hîtler û Stalîn de. Niha gelê Îranê dixwaze ji vê rewşê rizgar bibe û guhertin tenê bi çûndina Komara Îslamî pêkan e.”

 ‘Divê em Tevgera “Jin Jiyan Azadî” ji bîr nekin’

Çîmen Javanrudî her wiha bal kişand ser nakokiyên ku di navbera Îsraîl û Filistînê de gur bûne. Çîmen Javanrudî diyar kir ku şerê Îsraîl û Hamasê hemû cîhan ji rewşa Filistînê haydar kir û got: “Her çend ez vî şerî şermezar dikim jî, divê tu eleqeya me bi vî şerî re nebe. Ji ber ku gelê Îranê niha li gel desthilatdariya Komara Îslamî rastî zext, bêkarî, tiryak, xizanî, birçîbûn û nakokiyan tê. Sîstema desthilatdar vê rewşê ji xwe re firsend dibîne û dixwaze gel neçar bike ku bêdeng bimîne. Bi rastî jî şermezarkirina Hamas û Îsraîl ti ffeyda xwe nake. Niha eniya parastina me ew rewş e ku Îran û Komara Îslamî ji bo me ava kirine. Divê em tevgera Jin, Jiyan, Azadî tu carî ji bîr nekin.”

‘Îran bi çêkirina şer dixwaze Hîzbullahê li deverên din belav bike’

Çîmen Javanrudî bal kişand ser wê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê bi destêwerdana di karûbarên navxweyî yên welatên din de dixwaze hebûna xwe biparêze û got: Dewleta Îranê dixwaze derbasî welatên ereb bibe û şoreşa xwe ya bîrdozî li wir belav bike û îdeolojiya xwe li hemû cîhanê belav bike. Ev îdeolojî bû sedema şerekî newekhev di navbera Îran û Iraqê de ku 8 salan berdevam kir. Şerekî ku tenê gelên Îran û Iraqê dikuje. Vî şerî tu feyde neda, lê Komara Îslamî bi wî awayî aramî bi dest xist. Îran bi çêkirina şer û pevçûnan dixwaze Hizbullahê ji bilî Îranê bişîne cihên din. Divê gelê Îranê bi taybet gelê Kurdistan û Belûçistanê ku li seranserê Îranê bindest in, girîngiyê bidin vê mijarê.”

‘Dewlet ji dirûşma Jin jiyan Azadî jî ditirsin’

Çîmen Javanrudî destnîşan kir ku şoreşa ku bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir guhertin bi xwe re anî û wê şoreş bidome û pêde çû “Gel nikare vegere beriya qetilkirina Jîna. Gel şoreşên xwe bi xwe pêş dixe.  Êdî di nav gelên de Îranê de cudahiyên bîr û baweriyê nînin. Çîmen Cewanrudî hişyarî da ku dema dewletên emperyalîst ji derve destwerdana şoreşê kir û hatin welêt, wê heman tişta ku Komara Îslamî li jinan kir, eynç tiştê ew jî bikin û Şoreşa 1979'an weke mînak nîşan da.. Çîmen Javanrudî axaftina xwe wiha domand:

“Dibe ku dewletên emperyalîst hicabê ferz nekin lê qanûnên ku dixwazin li Îranê derbixin dê qanûnên li dijî mafên jinan bin. Beriya Şoreşa 1979’an partiya jinan tunebû. Jin nikarin bibin xwedî tu rêxistin, heta komeleyek mafên jinan diparêzin. Jin encax dikarin tevlî komeleya jinan bibin, komeleya aborî ya ku Ferah tê birêvebirin. Desthilatdariya Şah rê neda ku jinên din û fikrên din bixebitin. Bi berçavgirtina pêşketina teknolojiyê û gerdûnîbûnê, ger Monarşîst bixwazin ku careke din serweriya Îranê bi dest bixin, nikarin bi qanûnên mêrsalarî pêdiviyên gelên Îranê yên îroyîn pêk bînin. Heta ku dewlet gelên cuda yên di nava Îranê de nas nekin, nikarin bi ser bikevin. Ji slogana 'Jin, Jiyan, Azadi' jî ditirsin. Ji ber ku ev ronesans e û dê bibe sedema guhertinên radîkal li seranserê Îranê.”