Daxuyaniya Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê hate astengkirin

Li Amedê Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê li dijî êrîşê Rojava û Filistinê daxuyanî bidin ji ber panqereta ku peyva ‘Rojava’ lê hatibû nivisandin polîsan asteng kir. Lê belê destur hat dayîn ku mêrên ji mizgeftê derketin bi meşin.

Amed- Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojavayê û Filistînê li ber Edliyeya Amedê bi jinan re kom bû. Li ber edliyeyê polîsên ku kom bûn xwestin ku jin ji pankarata xwe navê ‘Rojava’ derxînin. Ligel niqaşên ku hatin kirin jinan ji daxwaza xwe gav paşve navêtin.

Polîsan daxuyanî asteng kir

Seroka Navenda Jinê ya Baroya Amedê Esmer Ozer jî axaftineke kurt kir û bertek nîşanî astengiya polîsan da û wiha got: “Em jin şer naxwazin. Me li vêderê îro daxuyanî bida lê ji ber ku di pankarta me de Rojava cih girtibû destûr nehat dayîn ku em daxuyaniyê bidin. Lê çi dibe bila bibe em şer naxwazin. Em jin tenê aştiyê dixwazin.”

Astengî bi çalakiya rûniştinê hate protestokirin

Li dijî astengiya polîsan jinan bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Di çalakiya rûniştinê de jinan dirûşmeyên; ‘Ne li hemberî jinan li hemberî Israîlê barîkatan deynin.’ ‘Jin şer naxwazin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.

Ji kesên ku mizgeftê derketin destura meşê hat dayîn

Li aliyê din polîsên ku destur nedan jin daxuyanî bidin, destur da kesên ku ji mizgeftê derketî ji bo Filistinê meşiyan.