Vîdyoya destdirêjiya cinsî li keçekê li Mexribê bû sedema hêrseke mezin

Li Mexribê piştî ku vîdyoya destdirêjiya li dijî keçekê hat weşandin, gelek kesan bertek nîşan dan. Çalakvana mafên mirovan û jinan Bushra Al-Shatwani got: "Çanda Mexribê li ser bingeha nermî, vebûn û azadkirinê ye ku tê de hemû mezheb bi aştî bi hev re dijîn û mafên jinên Mexribê heye ku çi bixwazin li xwe bikin. Tiştê ku li Tancayê qewimî, encama pratîka 12 salan a hikûmeta di bin serokatiya partiya îslamî de ye.”

HENAN HARIT
Mexrib- Vîdyoyek şeş saniye di 14ê Îlonê de bi navgîniya sepanên peyamên bilez, hat belavkirin ku belge dike ku xortek kincên keçikek ku di kolanê re derbas dibû rakir û li deverek hestiyar a bedena wê xist û dûre reviya. Ev yek jî li gel rêxistinên jinan hêrs û bertekên tûj derxist pêş. 
Bi pêwendiya lezgîn a rayedarên Mexribê re, polîsan ciwanek 15 salî li bajarê Tanca, li bakurê welat, girtin, bi gumana ku tevlibûna wî di bêrêziya giştî û tacîza zayendî ya li dijî keçekê heye.
Li gorî rapora rayedarên ewlehiyê, lêpirsînên ku ji hêla servîsên ewlehiyê ve der barê bûyerê de hatine destpêkirin li devera Boukhalef a Tancayê hatine tomarkirin. Ev bûyer nebû mijara hişyarî yan gilîkirinek ji hêla mexdûr ve lê teşxîsa vîdyoyê di encama nasnameya gumanbarê sereke de derket û ew hat girtin.
Najat Ikhich, çalakvana komeleyê û Seroka Weqfa Yatto ji bo hewandin û amadekirina jinên mexdûrê tundiyê, ji ajansa me re got: "Ev tevgera li hemberî keçikê bêrûmetî ye. Ez van kiryaran şermezar dikim û tiştê ku qewimî şîdeta bedenî ya li hember keçikê dibînim. Ev tevger ji zîhniyetên muhafezekar derdikeve ku jinan tenê ji bo kêfa cinsî, wekî beden dibîne. Dirêjkirina vê ramanê li gel hin kesan, hêz daye van ciwanan ku hemû li kolanan tenê fikrên xwe bidin ser bedena jinan.”
“Civaka Mexribê bûyerên wiha sosret dibîne”
Çalakvana komeleyê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em wekî aktîvîstên jin, daxwaz dikin ku zagonên hişk bên afirandin ku cezayên herî giran li kesên bi van tewanan radibin were ferzkirin û banga rêzgirtina li dijî hemû jinan û devjêberdana ji van tevgeran kir. Ji ber ku ev kiryar li ser civaka Mexribê xerîb û sosret tên hesibandin. Divê her kes ji pozîsyona xwe bi wan tevgerên wiha re şer bike û tenê nebe temaşevan.”
Najat Ikhich ev yek destnîşan kir: "Keçikê tiştek rûreş nekir û mafê wê heye ku tiştê ji bo wê guncan dibîne li xwe bike lê tevgera van ciwanan pratîkek e ku rûmeta jin û civakê bi tevahî dişkîne û ji ber vê yekê divê tevgera jinan a li Mexribê ji bo çêkirina qanûnên pir hişk bimeşe û çalakiyan li dar bixe. Bêyî vê jin nayên parastin an jî em ê bi domandina şîdeta bi her şêwazî re rû bi rû bimînin.”
“Çanda Mexribê li ser bingeha nermahî, pêşveçûn û azadiyê ye”
Li aliyê din çalakvana mafên mirovan û jinan Bushra Al-Shatwani got: "Çanda Mexribê li ser bingeha nermî, vebûn û azadkirinê ye ku tê de hemû mezheb bi aştî bi hev re dijîn û mafên jinên Mexribê heye ku çi bixwazin li xwe bikin. Tiştê ku li  Tancayê qewimî, baca 12 salan e ku di wê de partiya îslamî serokatiya hukûmetê dikir û axaftinên ku cudakariyê berdewam dike dikir loma jî qada giştî bûye milkê zilaman.”
Di daxuyaniya xwe de got: "Ji ber vê yekê ez ji tevgerek wisa ya li dijî jinan a li kolanê matmayî namînim. Ger em hewl bidin temenê van ciwanan kontrol bikin, em ê bibînin ku ew di dema hukumeta Biratiyê de ji 12 salî kêmtir bûn. Ew di hawirdorek çandî ya paşverû de dijiyan û dîroka rastîn a civaka Mexribê ya li ser bingeha azadbûnê nizanibûn.”
Ji bo ciwan bibin xwedî hişmendiyek pak dive hewldan hebin
Bushra Al-Shatwanî teqez kir ku divê hewldanên hevbeş bên danîn da ku di nav ciwanên ku radibin de bêtir hişmendî were sazkirin û nêzî çanda Mexribê bibin.
Li aliyê din, rojnamevan û endama Komeleya Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê, Huda Sahli, van tevgerên ku li hemberî keçika Tancayê hatin kirin bi kêmbûna saziyên civakî ji pêkanîna erkên xwe ve girê dide û diyar dike ku dibistan êdî bi rola xwe ya perwerde, hîndekarî û avakirina mirov ranabin, rola malbatê jî tenê bi peydakirina aliyên darayî ve sînordar maye û wiha domand; "Ev bûyera rûreş qeyrana civakî ya pêşiya me nîşan dide loma jî pêdivî heye, ku yekemîn nirxandina li ser pergala perwerde û modela perwerdeyê ya di nav malbatê de divê were kirin û ya duyemîn jî nirxandinek li ser kalîteya medyayê û hilberîna medyayê. Divê asta xwe bilind bikin û rola çandî û hunerî li hemû saziyan, nemaze dibistanan, derxin pêş.”
Li ser medyaya civakî bertekên berfireh
Belavbûna vîdyoyê di heman demê de bertekên berfireh ên çalakvan û aktîvîstên jin ên li ser medyaya civakî jî derxist û êrîşa eşkere li dijî azadiya kesane hat şermezarkirin. Di hesabê xwe yê Facebookê de, seroka Komela Hevsengî û Hemwelatîbûnê, Bushra Abdo, redkirina destdirêjiya li jinan li cihên giştî eşkere kir û destnîşan kir ku keçika destdirêjî lê hat kirin, dest nedaye tu kesê, kesê aciz nekiriye û îşkence li kesek nekiriye, tenê xwestiya li gorî daxwaza xwe kincan li xwe bike.
“Sedema bingehîn a bûyerên bi vî rengî zîhniyeta paşverû ye”
Seroka Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel û parlamentera berê Hanan Rehab li ser rûpela xwe nivîsand û got: "Cil û berg azadiya kesane û bijartinek taybet e û yên ku êrîşên li dijî welatiyan rewa dikin, piştgiriyê didin tawana êrîş û şîdetê. Ji bo tu sûcî dilnermî tune ye.”
Çalakvana siyasî, Fadwa Rajwanî jî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand û wiha got: "Mesele ji berpirsyargirtina malbatan û mezinbûna wan a zarokan û lêpirsîna asta çandî ya tacîzkar an tecawizkar mezintir e. Mijar pir kûrtir e, di vê serdema sedsala 21’ê de bermahiyên çandî/olî yên kevnare ku jinan û bedena wan dixin rêza jêrîn, ji bo mêr tiştek destûrdar e, gihîştina wê hêsan tê dîtin. Ev hemû tevlihevî, ji ber teknolojî û tiştê ku derfeta gihîştina cîhana postmodern dide,  pêşî li vê yekê vedike. Îro di doza me ya Mexribê de, tu alternatîfek tune ye ku mirov qanûnê bi hemû hişkiya xwe û bi heman dijwariya kiryara tawanbar bi cih bîne.” 
Ji bo tacîzkaran cezayê pere tê birîn
Qanûna Mexribê cezayên ku li benda tacîzkaran e li Mexirbê destnîşan dike, ji yek heta şeş mehan girtîgeh û ji du hezar heya deh hezar dirhem. An yek ji van her du cezayan û heger tacîzkar hevkar be ceza du qat dibe.
Ger ku ceza di çend bûyeran de were dubarekirin, tacîzkarê cinsî 3 û 5 sal cezayê girtîgehê û heta 50 hezar dirhem/ pênc hezar dolar ceza werdigire. 
Yên ku pîvanan binpê dikin pêşî li têkiliya bi mexdûr re, nêzîkbûna wê, yan bi her awayî bi wê re danûstendinê dike, yan dermankirina tedawiya psîkolojîk a guncan red dike, ew ê ji şeş mehan heta du salan cezayê girtîgehê û du hezar dirhem / 200 dolar heta 20 hezar dolar, yan jî yek ji van du cezayan were cezakiri.