Tulay Hatîmogûllari:Di hilbijartinan de plana çokdanînê têk çû

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari di civîna komê de axivî û got: "Plana çokdanînê ya AKP’ê li dijî gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çû.”

Navenda Nûçeyan-Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya heftane de têkildarî rojevê nirxandin kir. Hatîmogûllari diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serkeftin û anî ziman ku di hilbijartinan de gelên Tirkiyeyê bi ser ketiye û ji aliyê bindestan û kesên keda wan tê xwarin ve li Tirkiyeyê deriyekî hêviyê vebû. 

‘AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinan de serî li her cure hîleyan da’ 

Hatîmogûllari, bal kişand ku hilbijartin di bingeheke antîdemokratîk de pêk hat û da zanîn ku partiyên siyasî di şert û mercên weke hev de neketine pêşbirkê. Hatîmogûllari wiha domand: “Di vê hilbijartinê de AKP’ê û MHP’ê serî li her cure hîleyan da. Tevî vê yekê jî ev encama derket holê nîşan dide ku cihê vê otorîterbûnê yê ku biçe derekê nîne. Di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê li dijî yekperestiyê, înkar û zeman mil dane milê hev û gotin bes e.”

‘Peyama ku gelê Kurd di hilbijartinan de da...’

Hatîmogûllari diyar kir ku li dijî bêhiqûqî û neheqiyan gotin “êdî bes e” û bal kişand ser cihekarî û dijberiya di civakê de. Hatîmogûllari bi lêv kir ku desthilatê çavkaniyên welat pêşkeşî alîgiran kir û wiha domand: “Li vî welatî nêzî 50 milyon mirovan di sînorê birçîtî û xizaniyê de dijîn. Lê hemû çavkaniya welat pêşkeşî AKP’ê û beşeke nêzî qesrê tê kirin. Di vê tabloyê de gelên Tirkiyeyê weke bersiv wiha gotine. Gotine edalet, demokrasî û azadî. Gelên Tirkiyeyê dorpêça AKP’ê û MHP’ê şikandiye û qada desthilatê teng kiriye. Her dengê ku gelên Tirkiyeyê dan tê wateya em xizaniyê, cihekariyê naxwazin û em ji AKP’ê bêzar bûn ku mudaxileyî tarzê jiyana me dike. Tê wateya ku em êdî bi cînayetên jinan naxwazin bên qetilkirin, li dijî feraseta serwer a mêr bes e bû. Niha li Tirkiyeyê peywîra herî girîng ku dikeve ser milê hemû siyasetmedaran ew e ku vê peyama gelên Tirkiyeyê rast bixwînin. Ev ji bo desthilatê jî ji bo muxalefetê jî wiha ye. Û di vir de bi taybetî peyama ku gelê kurd di hilbijartinan de da, xwest deriyên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd vebin.”

‘DEM Partiyê berê Tirkiyeyê diyar kiriye

Hatîmogûllari wiha dewam kir: “Li vir divê desthilatdarî jî muxalefet jî vê peyamê bi rengekî herî xurt binirxînin. Divê guh bidin daxwazên gelê Kurd. Nexşe û guhertina ku 31’ê Adarê derketiye holê, guhertineke demokratîk û nexşeya daxwaza veguherînê ye. Nexşeya hêviyê ye ku em welatekî demokratîk biafirînin. Nexşeya baweriyê ye. di 31’ê Adarê de stratejiya DEM Partiyê ya hilbijartinê bi ser ketiye. DEM Partiyê berê Tirkiyeyê diyar kiriye.

DEM Partiyê tenê qeyûm ne şandin, me şaredariyên nû jî bi dest xistin

DEM Partiyê tenê qeyûm ne şandin, me şaredariyên nû jî bi dest xistin. Ev hilbijartin serketina DEM Partiyê ye. Serketina lihevkirina bajêr a li her derê ye. Em ji vir spasiya hilbijêrên xwe, gelê xwe yê hêja, dayikên xwe yên seferber bûne û gelên xwe dikin ku careke bı zanebüna politîk û helwesta rêxistinkirî çûn ser sindoqan, ferqa xwe danîn holê û tevkarî li vê têkoşîn û serketinê kirin. Em soz didin ku em ê serketina xwe hîn pêşdetir bibin.

Li Wanê em car din bûn şahidê girîngiya têkoşîna hevpar

Em li vî welatî encex bi têkoşîna hevkar dikarin çareseriya demokratîk pêk bînin. Dema ku me hem 31’ê Adarê îradeya xwe li ser sindoqan nîşan da hem jî dema ku me li Wanê şaredariya xwe ya ku dihat xwestin were desteserkirin, parast em car din bûn şahidê girîngiya têkoşîna hevpar. Em ji vir bi taybetî spasiya gelê xwe yê ku di hilbijartinên Wanê de seferber bûne û hemû sazî û partiyên ku me bi hev re têkoşîn meşand, dikin. Wan serketineke mezin bû, bila li me hemûyan pîroz be. Em di ferqa wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê de ne. Em di ferqê de ne ku evane ji her demê zêdetir giran in. Em ê vê serketinê bes nebînin, em ê vê serketinê hîn pêşdetir bibin û ji bo vekirina deriyên siyaseta demokratîk bi wezîfe û berpirsyariya xwe rêya xwe dewam bikin. Weke DEM Partî em vê serketina hilbijartinê û vê nexşeya ku derketî holê li ber çav digirin. Em di ferqê de ne ku ji bo em li Tirkiyeyê komara demokratîk ava bikin, divê em bi hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re vê têkoşînê hîn mezintir bikin.

Em ê Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev

Dema ku me qala ‘Lihevkirina Bajar’ kir, dema me qala tifaqa têkoşîna demokratîk jî kir em timî ev yek destnîşan kir. Dema me gotî ‘lihevkirina bajar û xurtkirina tifaqa demokrasiyê’, me ti carî tenê qala partiyên siyasî nekiriye. Rast e, hêmanên girîng ên muxalefetê ne. Me heta îro bi hemû dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê, tevgera gelê Kurd, tevgera jinan, tevgera elewiyan û parêzvanên mafên mirovan û xwezayê re tevger kir. Ji bo em Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev, ji bo avakirina komareke demokratîk wezîfe û berpirsyariya me heye. Ji bo vê wezîfe û berpirsyariyê, ji herêmî heta navendî weke DEM Partî em ê bi gelên xwe re, bi hemû dînamîkên civakî û siyasî re vê têkoşînê bimeşînin û Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev.

31’ê Adarê gelê Kurd îradeya xwe li dijî qeyûm raber kiriye

31’ê Adarê ew roj e ku gelê Kurd îradeya xwe li dijî qeyûm raber kiriye. Gel bi ser ket, zihniyeta qeyûm têk çû. Ez dixwazim van agahiyan parve bikim. Gelên me yên hêja li vir lîste û rêjeya dengan a şaredariyên ku desthilatdariya AKP-MHPê bi hilbijêrên qeyûm ji me wergirtîn, heye. Ez ê hin mînakan bidim. Li Kercews Êlihê 295 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 54 dengan li vir winda kiriye. Li Şirnexa Navend 8 hezar û 287 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 2 hezar û 507 dengan ev der winda kir. Lê me winda nekir. Lê me li Şirnexê jî, di lîsteya li 10 navendan de jî em bi ser ketin. AKP ku mafê hilbijartina li gorî hiqûqê û exlaqê tune dihesibîne, hilbijêr li van deran bi cih kir. Dema ku em çûn Şirnexê, bawer bikin ez bi hesteke wiha ketim. Şirnex hema bêje di moda qereqola hewaya vekirî de bû.

Em ê ji ber şaredariyên ku AKP’ê dizîne, hesab pirsînê bidomînin

 Li her derê leşker hebûn. Leşkerên ku ti carî piyê xwe neavêtîn Şirnexê, roja hilbijartinê hatin û li wir deng bi kar anîn. Niha gelo AKP dikare bêje ez bi serketinê ji vê hilbijartinê derketim. Nikare bêje. Li vir dizîtî kiriye. Ev versiyoneke cuda ya rejîma qeyûm e. Em ji vir spasiya gelê Şirnexê ku berxwedaneke bi rûmet raber kirin û heval û gelên me yên hêja yên li van navendên me di asta herî bilind de têkoşîn meşandin, dikim. Ez berxwedana we bi rêzdarî silav dikim. Hemû gel bi ser ketine. Em ê ji ber şaredariyên ku AKP’ê dizîne, hesab pirsînê bidomînin.

Plana çokdanînê têk çû

Gelê kurd di vê hilbijartinê de li dijî plana çokdanînê ya li dijî wî gotiye ku ‘çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna xwe derkevin’. Bila ev were zanîn ku plana çokdanînê ya desthilata AKP’ê ya li ser gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çûye. Tifaqa JÎTEM’ê ya desthilat û pergala qesrê careke din têk çû. Dema em li encamên hilbijartinên 31’ê Adarê dinêrin bi rastiya ku kesên pirsgirêka kurd çareser nekin, çareser dibin re rû bi rû man. Em herkesê vedixwînin ku bi vê rastiyê re hevrû bibin. Gel li dijî pergala qeyûm got ku ‘ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim’. Em ê bi nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe bi rê ve bibin. Em çiqas spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe yê digot em ê xwe jî bajarê xwe bi rê ve bibin bikin kêm e. 

Îhtîmala taloqkirina doza Kobanê heye

Sibê danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê dê bê lidarxistin. Lê li gorî agahiyên ji me re hatin biryar nayê dayîn û îhtîmala taloqkirinê heye. Doza Komployê ya Kobanê xwest ku têkoşîna demokratîk asteng bike. Ey daraz te têra xwe li ber qesrê bejna xwe tewand. Dest ji vê helwestê berde. Terazuya edaletê têra xwe xerabe ye. Qet nebe carekê hewl bidin vê terazuyê rast bikin. 

Ketina şerekî 3’yemîn Şerê Cîhanê tê wateya ji holêrakirina cîhanê

Dema em li dîroka Rojhilata Navîn a 200 salan dinêrin tu caran şer nesekinîne. Dagirkirina Îsraîlê ya Xezayê ya jinûve û şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de agahiya şerekî cidî dide. Me destpêkê got ku divê li vê herêmê tu carî ji şer re prim neyê dayîn. Ketina şerekî 3’yemîn Şerê Cîhanê tê wateya ji holêrakirina cîhanê. Em di serdemeke ku dewlet bi çekên nukleer gefan li hevdû dixwin. Em difikirin ku di pêvajoyeke wiha de ji bilî aştî û diyalogê reçeteyeke din a were pêşkeşkirin nîne. Îro faturaya şerê feraseta netew dewletê bi awayekî herî giran gel didin.

Çareseriya herî girîng tifaqa Tirk-Kurd, tifaqa Kurd û Ereban e

Dema em îro li Rojhilata Navîn dinêrin tu pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka kurd. Me di çareserkirina pirsgirêka Filistînê ya bilez de her tim peyamên xwe dan. Me her tim ji destpêkê ve diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bidestxistina statuyekê li çar parçeyên Kurdistanê mijareke ku dikare gelên Rojhilata Navîn rehet bike û xizmetê ji aştiya Rojhilata Navîn re bike ye. Em ji vir careke din dibêjin; heta ku ev her du pirsgirêk di çarçoveya mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan de neyê çareserkirin, dê hêzên emperyalist ên kurewî her tim van birînan der bikin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin; werin em pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê çareser bikin. Em di nava vê kaos û gengeşiyê de dibêjin ku yekane çareserî tifaqa ku gel bi hev re ava bikin e. Ji aliyê herêmê ve çareseriya herî girîng Tifaqa Kurd û Tirkan e, Tifaqa Kurd û Ereban e. Werin em van tifaqan bi hev re xurt bikin ku li dijî şerxwazan aştî û aramî were herêmê. Em ê weke DEM Partî ji bo aştiya mezin a Rojhilata Navîn xebatên xwe bidomînin.”