Tê xwestin stargeha jinan ya 25 salan were girtin

Fateme Babaxanî ragihand ku li Rojhilat malên stargeh ên jinan ku ev 25 sal e xebat dide meşandin bi hincetên malî tê xwestin were girtin, diyar kir ku mafê jinan li ber çavan nagrin û got: “Ez li dijî her cûrê êrişên derhiqûqê me.”

Navenda Nûçeyan – Stargeha jinan ya bi navê “Mehr Şems Afarid” ku li eyaleta Rojavayê Azarbeycan ya Rojhilat, ji aliyê saziya ewlehiya civakê ya girêdayî hikumeta Îranê ve bi metirsiya girtinê re rû bi rû ye. Hat diyarkirin ku mala stargeha jinan a ji sala 1999’an heta niha xebat dimeşîne bi hincetên madî dê were girtin.

‘Tê xwestin ew jinên ku di malên stargeh de dimînin werin neqilkirin’

Berpirsa stargehê Fateme Babaxanî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Fateme Babaxanî di daxuyaniyê de diyar kir ku beriya 2 rojan di saetên serê sibehê de ji saziya ewlehiya civakî 8-9 erkdar bêyî ku xeber bidin hatine ber deriyê mala stargehê û derbarê nêzîkatiyên erkdaran de ev tişt got:

“Weke lêpirsîn bû û dixwestin kontrol bikin ka sazî çawa tê fînansekirin. Hemû belgeyên malî yê saziyê temam bûn ji wan re hat dayîn. Piştre gotin dixwazin serdana mala bi ewle bikin. Em hemû çûn cihê mala ewle lê. Dema em hatin me dît ku rewşa acil ya civakî li ber derî bûn. Ez fikirîm ku jinek anîne, piştre min zanî ku hewl didin hemû jinên li mala bi ewle dixwazin neqlî navenda rewşa acîl ya civakî bikin.”

Fateme Babaxanî da zanîn ku erkdarên ku hatine tu daxuyaniyek gotinî û nivîskî nedane û wiha got: “Berê jî tu agahiyek nedabûn. Ez jî li gel jinên din çûn qata jortir me derî kilît kir. Min ji erkdaran re got ‘heta hûn bi awayek zagonî agahî nedin min ez destur nadim hûn yek ji jinan ji gel me bibin.’”

‘Malên stargeh nikarin mohr bikin’

Fateme Babaxanî diyar kir ku ji personelan bihîstiye ku bi hinceta ku hêza malî ya stargehê nîne dixwazin jinan radestî servîsa acîl ya civakê bikin û got: “Dema pirsgirêkên me yên madî hebû, bi krediya xwe ya şexsî û bi baweriya dil min sazî û mala ewle li ser lingan girt.” Fateme Babaxanî bal kişand ku erkdaran pirsgirêkên malî weke hincet dan nişandan û armanca wan ya bigehîn girtina strageh e û wiha got:

“Midûrê giştî yê alîkariya civakî ya eyalete beriya demekê bi girtina saziyê û stargehê gef xwaribû. Berpirsyariya hemû jinên ku li vê derê dimînin li ser min e. Jin li xwaringehê kom bûn giriyan. Jinên ku birindar bûne, yên rastî tundiyê hatine xwe spartine me. Heta ku pêvajoya îdarî temam bikin heta welat negihe refahê, wê nekarin stargeha me mohr bikin û transfer bikin.”

‘Em mafê jinan paşguh nakin’

Fateme Babaxanî destnîşan kir ku ji ber li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parvekirina ‘Jin Jiyan Azadî’ kir hatiye hedef nişandan, ji ber ewlehiya jinan parvekirin rakiriye û wiha got: “Ji xwe rizgarkirina jinên birîndar ji bo min ji her tiştî giringtir e, heta ji bo sazî û mala ewle nebe pirsgirêk min ji Istagramê parvekirin rakir.” Fateme Babaxanî lêjneya giştî heta meha mijdarê de demek dirêj destur nehatiye dayîn civînên salane were li dar xistin û wiha dom kir:

“Divê demê de ez bûn şahidê gelek nêzîkatiyên biçûkxistinê, ji ber vê ez bi xweşbînî nêz bûm. Lê belê ez çiqas bêdeng û xweşbînî bim jî tu bandorek wê nebû. Lê îro ezê mafê jinên mexdûr û xebatkarên xwe paşguh neke. Tişta îro li navendê bûye, bû sedemê xirabûna rêk û pêkiya navendê, tirs di nava personel û jinan de ava kir. Ez li dijî hemû cûrên êrişên li dijî her cûrê derhiqûqî û neleritiyê me. Li dijî nêzîkatiyên bi tirs û der zagonî qasî pêwîst be emê daxwazên yên zêde berdewam bikin.”