Encamên namzedên jin ên hevşaredariya Kampa Waşokanî û Serêkaniyê eşkere bû

Kongra Star a Kampa Waşokanî û Serêkaniyê encamên pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredariya Kampa Waşokanî û Serêkaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Hesekê –Kongra Star a Kampa Waşokanî û Serêkaniyê encamên pêşhilbijartinên namzedên jin ên Hevşaredariya Kampa Waşokanî û Serêkaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a Kampa Waşokanî ji aliyê Endama Kongra Star a Kampa Waşokanî Nûr Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin : “Em wekî Kongra Star beşdarbûna jinan ji pêşhilbijartinan re hêza îradeya wan û girêdana bi sîstema hevserokatiyê dide diyar kirin. Ruxmê ku koçberan gelek zehmetî di kampan de dikşînin û berxwedaniyek mezin didn meşandinn . Xwe birêxistin dikin û beşdarî hilbijartinan dibin .Ev gavek serkeftî û pîroz e. Ev hilbijartin peyamek giring dide cihanê ku çawa gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê heya dawî li berxwe didin û xwe birêxistin dikin. piştî bi dawîkirina hilbijartinê encam derket ku Meha Meyî 298, Xedîca Xidir 204, Sena Xêro 24 û Zehra Hesen 21 bi dest xistin. Em serkeftina rêheval Meha pîroz dikin.

Meha Meyî 298 dengan wek namzetê hevşaredariyê hat hilbijartin.

Pêşhilbijartin bi dirûşmeya “ Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Li gorî agahiyên ku ji Kongra Star me bidestxist,  pêşhilbijartinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  û Kongra star dê di 2 Gulanê were lidarxistin.