Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo hilbijartinan serjimêrî tê kirin

Li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ku wê di 30’ê Gulanê de pêk werin, serjimêrî tê kirin.

Navenda Nûçeyan – Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê didomin. Li aliyekê partî û rêxistinên dixwazin tevlî hilbijartinan bibin, namzetên xwe diyar dikin, li aliyê din jî karûbarên wekî diyarkirina hejmara hilbijêran, avakirina lijneyên hilbijartinan ên kanton û bajaran, derxistina qanûna dabeşkirina îdarî û hwd. tên meşandin.

Di sala 2022- 2023’yan de li herêmê serjimêrî hatibû kirin, lê niha ji bo diyarkirina hejmara hilbijêran serjimêrî tê nûkirin.

Daîreya Plansazî û Amaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk demek beriya niha ji hemû meclîsên kanton û bajaran re nîsek şandibû û xwestibû ku hejmara dawî ya şêniyan diyar kirin.

Di vê çarçoveyê de li tevahiya herêmê bi rêya komîn û meclîsan serjimêrî tê kirin. Tê plankirin ku di çend rojên pêş de ev xebat bidawî bibe.

Bi diyarkirina hejmara nû ya şêniyên herêmê re, wê hejmara hilbijêrên ku dê roja 30’ê Gulanê karibin deng bikar bînin jî zelal bibe.