Li Semsûrê ji bo zarok û jinan Navenda Piştevaniyê hate vekirin

Li gundê Turuş ê Semsûrê ku di erdhejên 6'ê Sibatê de bi rûxandineke mezin re ê rû bi rû ma, Navenda Piştgiriya Zarok û Jinan hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Turuş ê girêdayî navenda Semsûrê, Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin. Navend, ji hêla Komeleya Pêşvebirin û Piştevaniyê ya Gundê Turuşê ve hate vekirin. Armanca ji vekirina navendê ew e ku gelek jin û zarok bên perwerdekirin. 

Serokê komeleyê Salih Yildirim di vekirina komeleyê de got ku xebata wan 10 salan domiyaye û piştî kedekî mezin hatiye vekirin. Salih Yildirim, anî ziman ku dê zarok bikarin li vir dersên xwe bixebitin, pirtûkan bixwînin û xwe ji bo ezmûnan amade bikin. Her wiha got ku jin kengî bixwazin dê bikarin mekanên xwe vekin û ji bo pirsgirêkan çareseriyan pêş bixin. 

Piştî axaftinan jî navend hate vekirin.