206 rojên li Xezayê: 34 hezar û 488 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di êrîşa Îsraîlê yên 206 roj in li dijî Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 488.

Navenda Nûçeyan – Êrişên artêşa Îsrailê li ser Zîvala Xezayê ku 7’ê Cotmeha 2023’an destpêkir berdewam dike.  Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê, di daxuyaniya xwe de diyarkir ku di nava 24 saetên dawî de di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezeye pêktîne de 34 Filistiniyên din jî jiyana xwe ji dest dane û 68 Filistîni jî birindar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên 206 roj in li dijî Zîvala Xezayê pêktîne de bû 34 hezar û 488 û hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 643 û hate diyarkirin ku hêj dibin xirbeyan û li ser rêyan hejmarek zêde cenaze hene.