Trajediya çala avê li Sîstan û Belûcistanê: 109 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê, ji ber nebûna binesaziya ava bi ewle, herî kêm 117 kes piştî ketina nava çalên avê jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku mirine 109 zarok bûn.

Navenda Nûçeyan – Der barê trajediya li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê ji ber nebûna binesaziya ava bi ewle ya nebaş de raporek nû hat weşandin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Belûcistanê, ji sala 2014’an vir ve herî kêm 117 kes, di nav de 109 zarok, piştî ketina nava çalên avê li parêzgehê mirine. Rapor hişyarî dide ku mirin ji ber nebûna tedbîrên ewlehiyê yên bingehîn û binesaziya nebaş berdewam dikin.

Di raporê de hat diyarkirin ku mirin ji ber nebûna gihîştina ava bi ewle, nebûna şebekeya ava lûleyan û bicîhneanîna pîvanên ewlehiyê yên bingehîn çêbûne. Tê tekezkirin ku piraniya van çalên avê bê dîwar an pergalên dorpêçkirinê mane ku ev yek xeterek mezin çêdike, nemaze ji bo zarokan. 

‘Tedbîr nehatine girtin’

Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku her çendî budçeyek hatiye veqetandin û sozên curbecur hatine dayîn ku piştî sala 2022’an çalên avê ewle bin jî gelek çal hê jî bêparastin in û tu tedbîr nehatine girtin. Di raporê de hişyarî hatiye dayîn ku heke ev rewş berdewam bike, bûyerên mirina bi vî rengî dikarin dubare bibin.