TJK-E: Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê jiyanê biparêzin

TJK-E'yê, ragihand ku dê 25'ê Mijdarê li her deverê li qadan û di nava çalakiyan de bin û ji hemû jinan re banga bilindkirina têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin 25'ê Mijdarê di çarçoveya xebata ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Em Ber bi Şoreşa Jinê ve Dimeşin’ tê pêşwazî kirin, wiha hate gotin: “Em bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê xwişkên Mîrabel ku li dijî rejîma Trûjîllo ya faşîst israrkirina di jiyana azad de îfade dikin, dîsa Sarayan, Hevrîn Xelefan, Evînan û hemû jinên ku li ser vê rêyê li ber xwe dane, ked dane, berdêl dane bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Bawerî û hezkirina wan a ji jiyaneke azad re, îro bûye serhildana hemû jinên cîhanê.

‘Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê jiyanê biparêzin’

Em li her devera cîhanê li dijî her cure tundiyê têdikoşin. Heta ku em encam werdigirin, wê ev têkoşîna me bidome. Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinê, ev rastî her roj hîn zêdetir xwe nîşan dide. Tevgera Jinê bûye gerdûnî û veguheriye hêzeke civakî. Weke Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) em bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê wê li her deverê çalakiyan bikin. Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê jiyanê biparêzin.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinan dikin ku bi rengekî herî xurt tevlî çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê bibin.”

Cihên çalakiyê:

Cihên çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê:

FRANSA

Navend Paris

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 14.00

Cih: Nation

Marsilya

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 13.00

Cih: Canebiére

Rennes

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 15.00

Cih: Charles De Gaulle

Strasburg

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 14.00

Cih: Â Place Dauphine

Mulhouse

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 14.00

Cih: Place de la Bourse Mulhouse

SWÎSRE

Zürich

25’ê Mijdarê Meşa Şevê

Saet: 19.00

Cih: Kanzlei/Zürich

Basel

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 16.00

Cih: Claraplatz

Bern

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 18.00

Cih: Bern Parlamentosu önü

Biel

25’ê Mijdarê Meş

Saet:11.00

Cih: Biel Bahnhof

Cenevre

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 14.00-16.00

Cih: Fontaine de l'Escalade'de

Lozan

25’ê Mijdarê Çalakî

Saet: 17.00

Cih: Place De La Palud

HOLLANDA

Rotterdam

25’ê Mijdarê Meşa Navendî

Saet: 13.00

Cih: Rotterdam Centeaal Station

BELÇİKA

Brüksel

25’ê Mijdarê Mîtîng

Saet: 13.00

Cih: Gare Centrale

İSKANDİNAVYA

Stockholm

Meş-25’ê Mijdarê Mîtîng

Saet 15.00

Cih: Slussen/Stockholm

Oslo

25’ê Mijdarê Mîtîng

Saet: 13.00

Cih:  Stortinget (pêşiya parlamento) Oslo

Kopenhagen

25’ê Mijdarê Konê İnfo

Saet: 18.00

Cih: Rådhuspladsen/Kopenhagen

AVUSTURYA

Viyana

25’ê Mijdarê Meş

Saet: 17.00

Cih: Ottokringde