Li Tirkiyê û Kurdîstanê bilançoya lehiyê giran bû: 9 mirî 11 kes winda ye

Li Tirkiyê û Kurdîstanê ji ber barana zêde lehiya ku çêbû 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes hîn jî winda ye.

Navenda Nûçeyan- Bahoz, barana zêde û berfa ku li li bajarên Tirkiyê û Kurdîstanê bandor kir bilanço giran dibe. Wezîrê Krarên Hûndirîn Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama lehî û bahozê de 9 kesan jiyana xweji dest daye û 11 kes jî winda ye.

Li Zonguldakê keştiya ku bû du perçe cesedê yek xebatkar hat dîtin, ji bo 11 xebatkaran jî lêgerîn tê kirin.

Li Êlihê kesên ku jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Lalihan Guner a 54 salî ku li Êlihê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da û 3 neviyên wê yên di navbera 1, 5 û 9 salî de hatin definkirin. Piştî barana ku bi şev barî 4 kesên ku di lehiyê de mabûn serê sibê hatin dîtin. Piştî otopsiyê cenaze anîn Goristana Asrî.

Parlamenterên HEDEP'ê yên Êlihê Zeynep Oduncu, Mehmet Rûştû Tiryakî, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê HEDEP, DBP, Rêxistinên bajêr ên HDP'ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyên ku wecîbeyên olî bi cih anîn, piştre di bin barana zêde de hatin definkirin.