Rapora ÎHD a mafê zarokan: Herî kêm 191 zarok hatine binçavkirin

Rapora ÎHD ya ‘Binpêkirina mafê zarokan li herêma bakurê Kurdistanê ya 2022-2023’ de diyarkir ku di encama binpêkirina ewlehî û azadiya zarokan de herî kêm 191 zarok hatine binçavkirin û 3 zarok jî hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Amedê a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê 20’ Mijdarê roja cîhanî a zarokan de li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê rapora ‘Binpêkirina mafê zarokan li herêma bakûrê Kurdistanê ya 2022-2023’an’ aşkere kir. Di daxuyaniyê de rêvebera ÎHD Jiyan Ormanlî bal kişand ser binpêkirinên ku zarokan jiyan kirine.

Jiyan Ormanli diyarkir ku armanca bingehîn a hevpeymana mafê zarokan endamên herî bê parastin ên civakê zarok ji şer, xizaniya aboriyê, nexweşî û rewşên wiha rizgarkirine. Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş gelek zarokên ku malbatên xwe winda kirine hîna aqubeta wan nayê zanîn. Jiyan Ormanlî di nava salekê de binkêrinên ku zarokan jiyan kirine wiha rêzkir:

“*Li bajarên herêmên ji aliyê erkdarên ewlehiyê ve di encaam infaza bê daraz de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

*Di encaam ihmala fermî de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 254 zarok jî bi awayên cûda birîndar bûne.

*Di encama mayînên ku li herêmên pefçûnan mane de 3 zarok bi giranî birîndar bûne.

* Li bajarên herêman 19 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane, bajarên ku herî zêde mirinên bi guman lê hatien jiyan kirin, Riha, Mardin, Şirnex.

*Li bajarê herêman de 10 zarokên ku berbi intiharê ve hatin kişadin jiyana xwe ji dest dane. 4 zarokan hewl intiharê dane. Întiharên zarokan herî zêde li Şirnex û Merdinê hatin jiyan kirin. 1 zarok jî li girtîgehê berbi intiharê ve hate kişandin.

*Di encama tundîtûjiya di nava malbatê de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 1 zarok birindar bûye. Herî kêm 2 zarok di nava malbatê de rastî êrîşa zayendî hatiye.

*Li qadên civakî herî kêm 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 13 zarok jî birîndar bûne. Cardin herî kêm 279 zarok li qadên civakî rastî êrîş û êrîşên zayendî hatine. 4 zarok hatin revandin, 3 zarokî zorî fihuşê hatin kirin.

*Di encama binpêkirina azadî û ewlehiya zarokan de; herî kêm 191 zarok hatin binçav kirin, 3 zarok hatin girtin. Dibin çavan de 2, li girtîgehan 1 û ji derveyî cihên binçavkirinê 16 zarok di navde herî kêm 19 zarok rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine.”