'Jin êdî dikarin li dijî tundiyê gilî bikin'

Seroka Daîreya Jinê ya Buroya Civakî Kewser Hesen diyar kir ku cureyên tundiya li ser jinan zêdetir tên zanîn û jin êdî dikarin ji tundiyê gilî bikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Seroka Daîreya Jinê ya Buroya Civakî ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Kewser Hesen diyar kir ku îro bi bandora medyayê cureyên tundiya li ser jinan zêdetir tên naskirin û tekez kir ku şîdet dikare bi perwerdehiya hişyariyê bê astengkirin.

Kewser Hesen diyar kir ku tundî bi cûreyan heya niha berdewam dike û got: “Niha ji ber zêdebûna dezgehên ragihandin û belavkirina mijarên taybet ên tundiyê zêdetir tundî derdikeve. Roj nîn e di kuştina jinan de guman tunebe. Niha li hemberî jinan hemû cureyên tundiyê tê pêkanîn. Her çendî em nikarin tundiyê bi dawî bikin lê belê em dikarin hemû bi hev re, rêxistin û ragihandin hewldana kêmkirinê bidin û bi taybetî di nava ciwanan de hişyariyê belav bikin.”

‘Divê civak kesan perwerde bike’

Kewser Hesen da zanîn ku zewacandina zarokan şêweyê tundiya herî giran e û wiha domand: “Malbat xwedî rolek bi bandor e ku çawa kesan perwerde bikin û piştre bikaribin danûstandinê di nava mirovên derdorê de bikin. Bi taybetî dayik divê gelek hay ji zarokên keç bin û wisa nekin ku hest bi hebûna valatiyê li jiyanê de bikin. Ji berê ve tundî piranî fizîkî bû, ji ber teknolojî bi awayekî li ber çavan pêş neketibû. Ji ber wê divê sansorek ji bo teknolojiyê daynin û bikaribin ji bo karê baş bi kar bînin.”

‘Heya astekî jin hişyar in’

Kewser Hesen destnîşan kir ku dema malbat xwest zarokên xwe ji tiştek xirab dûr bixe, nabe bi tundiyê vê yekê bike û wigha got: “Ji ber ku wisa li zarok dike aciz bibe û zêdetir wê tiştên bixwaze, her çendî xirab jî be wisa dike ku her tundya ku rast tê ji dayîk û bav veşêre. Ji ber wê ew malbatên ku li hemberî zarokên xwe weke heval kêmtir zarokên wan rastî tundiyê tên. Civaka me civakek eşirî ye, ji ber wê şerm bû ku jin hev berdin û jinan neçar kirine ku ew tundiya li ser wan tê pêkanîn qebûl bikin. Lê belê niha jin heta asteke baş hişyar in û di dema tundiyê de gilî dikin.”

‘Niha tundiya derûnî zêde bûye’

Kewser Hesen bi bîr xist ku niha tundiya derûnî zêde ye, ji ber ku di dema gilîkirina jinan de raporta bijîjk tê xwestin, ji ber wê ger mêr tundiya fizîkî pêk anîbe belge û ceza digre, ev jî dibe sedem ku mêr tundiya derûnî li hemberî jinan pêk bîne. Kewser Hesen wiga got, “Ji ber belgeya wê nîn e lê belê di heman demê de tundiya derûnî pirsgirêka herî mezin e ku jin rastî tên. Dema ku serdana wan cihan dikin ew kesê tên di aliyê derûnî de ne beş in. Em dibînin piraniya jinên li wê derê di encama tundiya derûnî de wisa lê hatiye. Ew jinên ku tundiya derûnî li hemberî tê pêkanîn û tene gel me, di hemû aliyan de hilweşiyaye. Divê di destpêkê de mêr werin hişyarkirin.”