Armita Pavîr a di greva birçîbûnê de ye rakirin nexweşxanê

Xwendekara girtî Armîta Pavîr ku ji bo şert û mercên girtîgehê û mafên xwe yên qanûnî bi cih bîne 16 roj berê dest bi greva birçîbûnê kiribû, ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Beşa Biyolojiya şaneyên Molekular Armîta Pavîr ku li Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê girtî bû rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, Armîta Pavîr a ku 17 roj berê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û pêkanîna mafên xwe yên qanûnî dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xera bû, di 19’ê Mijdarê de sewqî nexweşxaneya Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat kirin.

Hate diyarkirin ku Armîta Pavîr piştî ku rayedarên girtîgehê soz dan ku rewşa wê ya hiqûqî û şert û mercên girtîgehê bên lêkolînkirin dawî li greva birçîbûna xwe anî.

Armîta Pavîr di 9’ê Cotmehê de ji ber serhildana gel a ku li Îranê û Rojhîlatê destpê kiribû, li ber Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê hatibû girtin. Armîta Pavîrku di 8'ê kanûnê de bi kefaletê ji Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê bi awayekî demkî hate berdan, di 21'ê Îlonê de careke din hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê.