TJA: Serkeftin dê ya me be, dê ya mafên mirovan be

TJA’yê ku bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî da, balkişand binpekirinên mafan ên li girtîgehê û gelek qadên jiyanê tên jiyîn û wiha got: “Serkeftin dê ya me be, dê ya mafên mirovan be.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku hate diyarkirin di her pêvajoya ku şert û mercên faşîzmê derdikevin holê de mafên wan tên paşguh kirin de, hate destnîşankirin ku şert û mercên tecrîda mutlaq a ku bi taybet li ser gelê Kurd, li ser erdingariya Rojhilata Navîn tên ferzkirin, bi awayê herî tund tê meşandin.

Berjewendî bi ser mafên mirovan re tên dîtin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şer ku binpêkirina herî giran ên mafên mirovan e li dijî gelan tê ferzkirin. Tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in didome. Qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re, di qanûnan de bi eşkereyî weke binpêkirina maf hatiye diyarkirin. ‘Mafê hêviyê’ ku divê di her şert û mercan de hebe, li Îmraliyê li hevsengiyên navneteweyî diqele. Berjewendiyên dewletan di ser mafên mirovan re tên dîtin. 

‘Girtî terkî mirinê tên kirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Garîbe Gezer ku salek berê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û ev jî nîşan dide ku li girtîgehan mafên mirovan nîn e. Tevî dîmenên îşkenceyê jî dosyaya Garîbeyê bi îdiaya ‘delîl kêm in’ hate girtin û faîl nehatin darizandin. Her wiha girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin, mafên wan ên tedawiyê, şopandina ragihandinê, hevdîtin, jiyana civakî bi awayekî keyfî tên binpêkirin. Bandora tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bandora xwe li hemû girtîgehan dike.

‘Mafê hilbijartinê hat astengkirin’

Mafên bingehîn ên weke perwerdeya bi zimanê dayikê û jiyanê yên gelê Kurd ev sed sal in tên binpêkirin. Gelê Kurd rastî pişaftinê tê, siyasetmedar û aktîvîstên wan ên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin bi awayekî derhiqûqî tên girtin. Baweriya elewîtiyê weke bawerî nayê naskirin û bêyî ku fedî bikin girêdayî Wezareta Çandê dikin. Xweza û erdnîgariya me bi qurbanî polîtîkayên şer û kapîtalîzmê tên kirin. Qanûnên ku divê mafên mirovan biparêzin, hêj dewletan diparêzin. 

Mafê me yên xwebirêxistinkirê rastî êrişan tê’

Her wiha tundiya li dijî jinê di lûtkeyê de ye û bi destê mêr-dewletê ve tê rewakirin. Yên ku Peymana Stenbolê di şevekê de betal kirin, hêj niha jî tundiya li dijî jin û zarokan rewa dikin. Mafê me yên xwebirêxistinkirê rastî êrişan tê û kesên têkoşîna jinan didin dibin hedef. Aktîvîstên me yên têkoşîna azadiya jinê didin bi dozên kompasê tên binçavkirin û darizandin.

Felsefeya sedsala 21’emîn: Jin, jiyan, azadî

Jîna Emînî li Rojhilat bi hinceta ku laçik nexistiye serê xwe hate qetilkirin û Nagihan Akarsel jî bi sedema ku mafên mirovan diparast li Başûr hate qetilkirin. Lê belê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî hemû avadaniyên desthilatdariyê ji bo parastina rûmet û mafên mirovan weke felsefeya sedslaa 21’an li kolanan aj dide. Bi pratîkeke rasteqîn a mafên mirovan dikare pêşî li ber tecrîda girankirî û polîtîkayên şer were girtin. Em 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan di serî de li jinan, li tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin û kesên ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin silav dikin. Serkeftin dê ya me be, dê ya mafên mirovan be. Jin, jiyan, azadî.”