Li Kobanê jin li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên navçeya Şêranê ya kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan gotin: “Heya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe emê têbikoşin.”

Kobanê – 20 mehan zêdetir e ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 24 sal in di pergala îşkence ya Îmraliyê dîl tê girtin, agahî nayê girtin û tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Şêniyên navçeya Şêranê ya Kobanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star a navçeyê bi dirûşma "Bi rihê gelê şoreşger emê şoreşa xwe biserxînin û Rêber Apo azad bikin"  li dijî pergala tecrîdê daketin qadan. Jinan di meşê de bal kişandin li ser pergala îşkence ya li Îmraliyê û gotin heyanî bidest xistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewê li qadan bin.

Meşevanan bi hilgirtina wêne û posterên rêber Abdullah Ocelan ji cem meclîsa navçeyê dest bi meşê kirin û li ber Meclîsa Malatên Şehîdan meş bi dawî kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatma Osman wiha axivî. Fatma Osman bal kişand CPT’î yê îdia kiribû ku ew serdana girtîgeha Îmraliyê kirine lê heya niha jî derbarê serdanê de daxuyaniyek fermî nedaye.

Jinên beşdarî meşê bibûn, derbarê tecrîda girankirî ya li gireva Îmralî tê meşandin helwestên xwe anîn ziman.

‘Em li hember kiryar û binpêkirinên dewleta tirk bê deng nemînin’

Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî destnîşan kir ku çalakiyên wan ên di çarçoveya hemleya "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" didome û wiha got: "Di rojên pêşiya me de dê konên çalakiyan û komxebatên berfereh lidar bixin. Em dixwazin bi riya çalakiya xwe ya îro girêdana me jinan ya bi bîrdoziya Rêber Apo re nîşan bidin, her wiha peyameke me taybet ji bo rêxistin û saziyên parastina mafê girtiyan û mirovan heye. Ev 24 sal in ku Rêber Apo di şert û mercên gelek dijwar de dijî, di dirêjahiya van salan de zagon û pîvanên mirovahiyê tên binpêkirin. Heger ev çavên xwe li ber van kiryaran digrin, em ê weke gel û jinên Kurd çavên xwe negrin. Em ê bê navber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qîr bikin û bang bikin. Azadî û hebûna Rêber Apo, tê wateya hebûn û azadiya me jî."

Rêber Apo hebûna me ye

Endama Kongreya Star Zeyneb Nesan jî wiha got: "Em weke jin tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser xwe dibînin. Rêbertî ji bo me jinan bi hezaran perspektîf û projeyên ji bo azadî û naskirina kesayetê pêşkêş kir. Ji ber vê ji me jinan tê xwestin ku di destpêkê de em xwedî li Rêberê xwe derkevin û di warê fîzîkî de wî azad bikin. Ji ber vê em ê bê navber têbikoşin û li qadên azadiyê bin. Rêber Apo tê wateya hebûna me, dijmin jî vê yekê dizane. Ji lewra ew roj bi roj tecrîdê giran dike û pêwindiyê qût dike. Em jî di zanebûna van polîtîkeyan de ne, ji bo vê em serok dixwînin û perspektîfên wî pêk tînin."  

Meş bi diruşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.