Jinên Şengalî: Heta hetayî em li pişt Rojavayê Kurdistanê ne

Jinên Şengalî yên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe anîn ziman gotin, “Êriş li ser hemu gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin, lê me serî netewand û em ê netewînin.”

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Dewleta Tirk a di sala 2018’an de bi her cûre rêbazên dermirovî Efrînê dagir kir, di sala 2019’an de di roja salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişî Serêkaniye û Girê Spî kir û van hereman dagir kir, ji 19’ê Mijdarê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrişan de avahiyên binesaziyê yên pêwistiyên heremê pêşwazî dikirin hatin bombebarankirin, komkujî hatin pêkanîn. Rûxmê sûcên şer ên dewleta Tirk tên eşkerekirin jî di qada navnetewî de ji aliyê hêz û saziyên berpirsiyar li hemberî van êrişan bêdengî heye.

Jinên Şengalî yên der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bertekên xwe anîn ziman gotin ku êriş li ser hemu gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin, lê gelê vê axê tu car serî netewand û wê netewîne.

‘Li ku derê Kurdekî azad hebe êrişî wir dike’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrî Dexîl der barê hewldana dewleta Tirk ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de wiha got, “Di fermanê de ji derveyî Rojavayê Kurdistanê xwe gihand hawara me. DAIŞ’ê ku êrişî Şengal û Rojavayê Kurdistanê kiribû piyonên di destê Erdogan de bûn. Lewma bi destê hêzên Rojava û Şengalê şikestina wan kînekî mezin û weke kulekî di dilê Erdogan de maye. Lewma bi êrişên xwe dixweze heyfa xwe hilgire. Erdoganê êdî wiha har bûye li kur Kurdekî azadxwez hebe wê bixweze wê tune bike. Mexmûr, Şengal, Rojava li ku be ferq nake. Lê ne tenê îro, sibe û heta hetayî em weke civaka Êzidî li pişt miletê xwe ne em tu car serî ji dijmin re natewînin.”

‘Êriş di asta qirkirinê de ye, wê bersivdana me jî mezin be’

Rîhan Şengal a Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî destnîşan kir ku êriş di asta qirkirinê de ye, wê bersivdana wan jî mezin be û wiha domand, “Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê dike. Dîwara ku di navbera me û Rojava de danîbûn yek ji siyaseta qirkirinê û cudabûyînê ye. Lê em weke civaka Êzidî başiya tu kesî jibîr nakin, lewma Rojavayê Kurdistanê ji bo me gelek girîng e. Me soz daye şehîdên xwe û tu car gav paş de navêjin. Ji bilî  berxwedanî tu riyekî me nîne.”