Ji Şandeya Jinan serdana Başûrê Kurdistanê
Heyeta Jinan a ji endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd pêk tê, dê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.

Navenda Nûçeyan – Şandeya ku ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endama Platformê Nuran Îmîr, cîgira Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk û Endama Platformê Gulşen Sincar, akademisyen Evîn Adîn, endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pêk tê çû Başûrê Kurdistanê û dê hin hevdîtina pêk bîne.
Bi partiyên siyasî re dê li hev bicivin
Şande ya 3 rojan li Hewlêr bimîne, piştre derbase Silêmaniyê bibe. Tê payîn îro şande serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bikin. Hate hinbûn ku di hevdîtinan de behsa rewşa niha ya her çar parçeyên Kurdistanê, metirsiya dijmin ya ser hemû gelê Kurd were kirin. Herwiha wê rol û bandora jinan ya di xebata siyasî de jî were rojevê. Hate diyar kirin ku şande li Hewlerê di nava 3 rojan de bi Parlamentoya Herêma Kurdistan û hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re li hev bicive.