Ji bo Narges Mohammadi hevbajarîtiya rûmetê
Bi boneya hefteya mafên mirovan ji bo çalakvana mafên mirovan û rojnamevana Îranî Nergîs Mohemedî ji bajarê Lyon a Fransayê hevbajartiya rûmetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Narges Mohammadî ya salên dirêj e li Îranê çalakvana mafên mirovan e û rojanamevana hemwelatiyê, bi boneya hefteya mafê mirovan het xelatkirin. Ji Narges Mohammadî re ji aliyê bajara Lyon ya Fransa, xelata hevbajarîtiya rûmetê hat dayîn. Narges Mohammadî ji ber xebatên wê yên di warê mafên mirovan û fealiyetên xwe yên ji bo rakirina cezayê îdamê ya li Îranê hate xelatkirin, li ser navê dayika xwe Kiana û Elî Rahmanî xelatê wergirt. Zarokan peyama spasiyê ya dayika xwe Narges Mohammadî ku niha li Girtîgeha Êvînê girtî ye, ragihandin.
Di merasîma ku ji aliyê Şaredariya Lyonê hat li dar xistin de, peyama Narges Mohammadî hat xwendin. Di peyamê de balkişand li ser “Jin, jiyan, azadî”.