Talîban gef li jinan dixwe

Dezgeha Karûbarên Giştî ya Talîbanê li Heratê gefa qamçiyan li jinên bê hîcab xwar.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de bû desthilatdar, şert û mercên jiyana jinan xirabtir bû. Dezgeha Karûbarên Giştî ya Talîbanê li Heratê gefa qamçiyan li jinên bê hîcab xwar.

Li gorî dezgehên ragihandinê, rayedarên Talîbanê li bajarê Heratê yê Afganîstanê gef xwariye ku eger jineke bê hîcab bê dîtin, hem jin hem jî navdarên herêmê dê bên cezakirin.

Talîban bi zext û ferzkirinan hewl dide jinan bi darê zorê burka yan jî hîcaba reş li xwe bikin da ku rûyê wan neyê dîtin.