Suheyla Qazî Mehemed koça dawî kir
Keça pêşengê Komara Mahabad Qazî Mihemed, Suheyla Qazî mihemed koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan- Keça pêşengê Komara Mahabad Qazî Mihemed, Suheyla Qazî Mihemed şeva borî di temenê 81 salî de li bajarê Bonê yê Elmanyayê koça dawî kir.
Suheyla dema ku bavê wê Qazî Mihemed ji aliyê rejîma Îranê ve di 31’ê Adara 1947’an de hat darvekirin 6 salî bû.
Suheyla di 11’ê Tîrmeha 1941’ê de li Mahabadê ji dayik bûye, duh li bajarê Bonê ya Elmanyayê koça dawî kir. 6 xwişk û birayek Suheyla hebûn, birayê wê Elî Qazî di 11’ê Tîrmeha 2022’yan de koça dawî kiribû.
Di roja 15’ê Adara 2020’an de jî Meryem Qazî keça Qazî Mihemed di temenê 74 salî de li Emanê koça dawî kiribû.