Jina ku ji erdhejê xilas bû rastî hewldana qetilkirinê hat
Jina ku li Hatayê ji mala xwe ya di erdhejê de zirareke mezin dît rizgar bû, li ser teklîfê çû mala mêrê ku berê pê re zewicandîbû û hev berdabûn lê piştî 3 roj li wê derê ma, rastî êrîşê hat.
Navenda Nûçeyan- Alev Altun a ku li Hatayê dijî, piştî erdhejê li ser teklîfa Savaş Altun ê ku gotibû were malê em li hev werin, bi du zarokên xwe re çû mala hevjînê xwe yê ku 9 meh berê hev berdabûn. Li ser teklîfa Savaş Altun bi zarokên xwe re çû ji bo li mala wî bimîne lê Savaş Altun xwest wê bi îşkenceyê qetil bike. Piştî ku cîran pê hesiyan çûn malê û jina ku bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê. Êrîşkar Savaş Altun ê ku ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin dûre hat girtin û wî şandin girtîgehê.
Bi nemerdî êrîş kir
Alev Altun tiştên jiyan bi van gotinan ji rojnamevanan re vegot: “Ji ber erdhejê mala me zirar dît, em neçar man vala bikin. Ez piştî erdhejê bi du zarokên xwe re çûm mala xwişka xwe, em 9 rojan li wir man. Hevjînê min ê bere got; 'Em li hev werin, mala min baş e, tiştek pê nebûye, em bi zarokên xwe re bimînin.' Ji bo ku zarok nekevin tengasiyê em çûn mala wî. 3 rojên ewil tu nîqaşên me çênebûn. Di dawiya roja 3’yan de dema ku ez di xew de bûm, ava kelandî rijand ser serê min. Ez bi tirs ji xewê şiyar bûm, ji min re got, 'Dua bike min te nekuşt.’ Hinceta wî jî ew bû ku piştî hevberdanê ji ber ez li ser piyên xwe sekinîm tola xwe ji min bigire.”