Li Musul, Konya, Meletî û Sêwasê erdhej

Piştî erheja navenda wê Mereş li Tirkiye, Kurdistan û Surye erdhej û erdhejok berdewam dike. şevê din li Musul û Konya bi pileya 4.3, Meletî û Siwasê bi pileya 4.7 erdhejê çêbû.

Navenda Nûçeyan - Piştî erdheja bi bandor ya di 6’ê Sibatê de ku 10 bajarên mezin Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistan û Surye jê bador bûn û bû sedemê windahiyên zêde û ji ber erdehejokan bandora li ser milyonan kiriye. Duh li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê erdhej û erdhejok berdewam kir. Desteya Avhewa û Erdhejê ya Iraqê ragihand ku li navçeya Hemdaniye ya ser bi Musilê, di saet 02:24’an de bi pileya 4,3 erdhejek çêbû. Ev erdhej bû sedemê ziyanên madî. Li gorî agahiyên desteyê, erdhej 5.8 kêlometre di bin kûrahiya erdê de çêbûye, her wiha erdhej li Hewlêr, Dihok û navçeyên din ên derdora Mûsilê jî hatiye hîskirin.

Konya

Di saetên dûh yê şev de bi pileya 4.3 erdhej çêbû. Rêveberiya karesat û rewşên awarte ya (AFAD) diyarkir ku li nafçeya Eregli ya Konya bi pileya 4.3 erdhej çêbûye û ev erdhej li gelek afçeyên derdor hatiye hîskirin.

Sêwas

Yek ji navendên erdhejê ku weke herêma karesat hatî îlan kirin nafçeya Gurun ya Sivasê cardin erdhej çêbû. Li gora zanyariyên AFAD erdhej dûh di saet 20:11’an de ku navenda wê Giren bi pileya 4.7 çêbûye. Hat aşkira kirin ku erdhej bi kurahiya 5.3 km çêbûye.

Meletî

Li gora malpera ineternetê ya AFAD di saet 23:25’an de navenda wê Meletî li nafçeya Şîro (Puturge) bi pileya 4.7 erdhejê çêbûye. Hat aşkira kirin ku erdhej bi kurahiya 7 kilometre çêbûye.