Jinên ji Dêrezorê: Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e
Jinên Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku ew bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ozalan hebûna xwe nas kirine û bang li Komîteya Dijî Êşkenceyê (CPT) kirin ku rewşa tenduristiya wî eşkere bike.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an bi Komploya Navnetewî dîl hat girtin, 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F di bin tecrîda girankirî de ye. Jinên ji Dêrezorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e û bang li hemu gelan kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bibin yek û têbikoşin.
‘Me bi fikrên wî hebûna xwe nas kir’
Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Mirkaz anî ziman ku ew bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn û azadiyê nas kirine û li dijî kiryarên komplo û tecrîdê wiha got, "Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, kiryareke nemirovane ye û divê em vê yekê qebûl nekin. Rêber Ocalan rûxmê ku di girtîgeha Îmraliyê de ye û rastî îşkenceyên giran tê bi fikrên xwe piştgirî dide me. Em bi saya fikrên wê dikarin hebûna xwe misoger bikin. Ez bêdengiya navnetewî û rêixstinên mafên mirovan ya li dijî kiryarên li ser Rêber Ocalan şermezar dikim. Rêber Ocalan derfet daye jinan ku mafên xwe û dîroka xwe bibînin, binasin û têbikoşin.”
‘Bêdengiya wan ji ber şîriktiya wan a komployê ye’
Endama Komîteya Lihevanînê ya Kombûna Jinan a Zenobî Mona Awaid jî got, "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên li dijî Rêber Ocalan ji ber şîriktiya wan a Komploya Navnetewî ye, ji ber ku berjewendiyên xwe yên şexsî pêk tînin. Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînê ji vê komploya navnetewî ne qût e. Ji ber daxwaz û armanca van êrişan ji holê rakirina tevgera azadiyê ye. Em ê dest ji daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bernedin.”
Mona Awaid di dawiya axaftina xwe de bang li Komîteya Li Dijî Îşkenceyê (CPT) kir ku li gor erk û berpirsiyariyên xwe yên exlaqî tevbigere û tavilê vê bêdengiya xwe bişkîne.