Li karkerên mexdûrên erdhejê gef tê xwarin
Li Semsûra ku ji ber erdhejê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û xisarê gelek giran ava kir, saziyên civakî biryar dan ku dest bi kar bikin, personelên ku nayên ser kar ji bi derxistina ji kar gef li wan tê xwarin.
Semsûr – Li Semsûra ku ji ber herdû erdhejên ku navenda wê Mereş gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û xisarê gelek giran ava kir, xebatên rakirina kavilan berdewam dike. Piştî hilweşîna ku hat jiyankirin, gelek taxên ku di bin kavilan de mane û bi hezaran avahî ziyan ditîne, hemwelatiyên ku bi saxî ji erdhejê rizgar bûne hewil didin pêwîstiyên xwe yên bingehîn pêkbînin. Li bajarê ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, der barê normalbûnê te tiştek xuya nake, li bajar ferman hat dayîn ku parsonelên di saziyên civakê de kar dikin dest bi kar bikin.
Li gora zanyariyên ku hatine bi destxistin rêveber û berpirsên personelan bi peyaman gazî personelan dikin ku biçin ser kar û personelên ku neçin ser kar wê ji kar werin derxistin û wê pêkanînan li ser wan bisepînin. Li bajarê ku mirov di konan de jiyan dikin û birînên xwe yên erdhejê ne pêçane hemwelatiyan li dijî van pêkanînan helwesta xwe nîşan dan û dan zanîn ku ev bi rojane gef li wan tê xwarin ku dê ji kar bên derxistin.
Kedkara ku der barê mijarê de me hevditin pê re kir got, “Dema ku me got em ê pêvajoyê bibin dadgehê, rayedar pêvajoyê xebatê anîn halê dorveger.”