TAJÊ li Mûsilê çû serdana rêxistinên jinan

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçava kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” li Mûsilê çû serdana rêxistin û saziyên jinan.

Şengal-Endamên dîplomasiya TAJÊ duh çû serdana Rêxistina Reja ya ji bo Pêşketin û Pêşveçûnê ya li Mûsilê. Ji bo pêşwazîkirina şandeya dîplomasiya TAJÊ nûnerên rêxistinên jinan ji Mûsil, Telkîf, Başûqa û Nînowayê li navenda Rêxistina Reja kom bûn.

Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên di navbera sazî û rêxistinên jinan ên li Iraqê û tekoşîna li hemberî zihniyeta mêr hatin nîqaşkirin. Di heman demê de têkiliyên Êzidî û Ereban û hemû neteweyên ku li Iraqê dijîn, hatin nîqaşkirin û ji bo xurtkirina van têkiliyan wê hewldan ji aliyê her kesê ve bên kirin. Li ser girîngiya kampanyaya TAJÊ nîqaşên girîng hatin kirin û hat diyarkirin ku ev kampanya hemû jinan temsîl dike û ji bo mezinkirina wê piştevanî hat dayîn.

Yek ji xalên girîng ku nîqaş li ser hatin meşandin bûyera sala 2016’an bû ku di 3’ê meha Hezîranê de, 19 jinên Êzidî ji ber ku qebûl nekirin bibin misilman û rojî negirtin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Mûsilê di nava qefesek de li orta kolanê hatin şewitandin. Bi boneya roja reş wê jinên Êzidî biçin Mûsilê û li cihê bûyerê bi rêxistinên jinan ên Iraqê re daxuyaniyê bidin. Di nava nîqaşê de piştgiriya vê daxuyaniyê hat kirin û hat diyarkirin ku pêwîst e hemû jinên têkoşer û berxwedêr beşdarî vê daxuyaniyê bibin.

‘Êşa Şengalê bû sedem ku li cîhanê were naskirin’

Seroka Rêxistina Reja ya ji bo Pêşketin û Pêşveçûnê ya li Mûsilê Reca Zêdan ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew piştevaniya jinan û civaka Êzidî dikin û wiha got: “Îro ji Şengalê endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hatin serdana me. Em hêvîdar in ku ev serdan bibe sedema jiyana bi hev re û cihê çareserkirina hemû pirsgirêk û zilma ku li jinan tê kirin. Em ê li kêleka xwişkên xwe yên Êzidî di 3’ê vê mehê de bisekinin û çalakiya şermezarkirina komkujiya sala 2016’an li dar bixin. Ev sekn jî diyar dike ku jin hev hîs dikin û êşa hev dibînin. Mixabin rewşa ku Iraq ketiyê û bi taybetî jî Şengal pir bi êş bû ku bû sedem hemû azadîxwaz li cîhanê bi hev re piştgiriya Şengaliyan bikin. Em jî weke sazî û rêxistinên civakî heta dawiyê piştgiriya çalakî û rêxistinên Êzidiyan dikin. Jinên Êzidî di her warî de xwe birêxistin kirine. Em heta dawiyê piştgiriya daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dikin.”

‘Di çarçoveya kampanyayê de em karên xwe berdewam dikin’

Endama dîplomasiya TAJÊ Ferîde Şengalî jî ji me re axivî û da zanîn ku ew ê kar û çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: “Me hevdîtin li Mûsilê kir. Ji Tilkêf, Başûqa û cihên din kes beşdar bûn. Hevdîtina me bi nîqaşên germ û gelek erênî derbas bû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kampanyayek daye destpêkirin. Ev hevdîtinên me jî di çarçoveya kampanyaya me de ye  Kampanya dê heta salvegera fermanê berdewam bike, wê çalakî û hevdîtinên me jî heta wê demê berdewam bikin.”

‘Êşên ku jinên Êzidî kişandin pir mezin in’

Sûad Mirqis ku ji Rêxistina Enkîdo Zarok û Jinane beşdarî hevdîtinê bûbû nêrîna xwe ji me re anî ziman û wiha got: “Îro em hatin vexwendin ji bo ku em bên pêşwaziya şandeya dîpolomasiya TAJÊ li navenda Rêxistina Reja ya ji bo Pêşketin û êşveçûnê. Armanca hatina me piştgiriya Tevgera Jinên Êzidî ye û di heman demê de êşên ku jinên Êzidî kişandine em dixwazin li hev parve bikin. Di heman demê de ji bo ku em di çalakiya şermezarkirinê ya di 3’ê Hezîranê de li Mûsilê ji bo jinên ku di sala 2016’an de hatin şewitandin amade bin li hev kom bûn. Bûyerekî pir biêş bû ku 19 jinên qebûl nekirin rojî bigrin û bibin misilman di nava qefesek de di nîvê kolanê de hatin şewitandin. Ev bûyer ne tenê jinên Êzidî, hemû jinan pir êşand. Ev bûyer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin ku bi dehan komkujî bi destên wan çeteyan hatine kirin.”