Hêjmara 66’emîn a Kovara Jin derket

Kovara Jin a ku her hefte derdikeve, bi sernavê “Mêrtî û manîpulasyon” derket pêşberî xwînêrên xwe.

Navenda Nûçeyan - Hêjmara 66’emîn a Kovara Hefteyî ya Jin bi sernavê "Mêrtî û manîpulasyon" bi xwînerên xwe re hat ba hev. Kovar di vê hêjmarê de balê dikişîne ser tundiya mêr, polîtîka û tevgerên manîpulasyonê yên desthilatdariyê yên li hemberî jinan.

Di vê hejmarê de parêzer Rûşen Seydaoglû bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve” li ser mînakên dîrokî yên serpêhatiyên jiyana bi hev re ya jin û mêran, bandorên mêrsalariyê yên li ser jiyana jinan û formên nû yên vê yekê ku têkiliyên siyasî yên îro saz dikin, tîne ziman.

Kîbriye Evren di gotara xwe ya bi sernavê “Şêwe û qadên hilberîna tundiyê yên mêrsalariya hegemonîk” de balê dikişîne ser wê yekê ku dewlet û hikûmet bi amûrên medyaya dîjîtal ku bi pêşketina teknolojiyê re bûne navenda jiyana me, mirovan ber bi aliyekê ve araste dike û bêbandor dike.

Salîha Zorlu di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şert û mercên birêxistinkirina keda jinê” de balê dikişîne ser ku jin di qada kedê de çiqasî tên astengkirin û amaje bi wê yekê dike ku di van qadan de çawa ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin.

Çaglar Demîrel a di hevpeyvîna xwe ya bi Bêrîtan Canozer re li ser helwesta jinê ya di siyasetê de rawestiya, balê dikişîne ser wê yekê ku mêr çawa destkeftiyên jinan hedef digirin, jin ji bo jiyanek wekhev û temsîliyetê çawa têdikoşin û astengiyên ku jin di siyasetê de pê re rû bi rû dimînin.

Gotara bi sernavê “10 rêyên dawîlêanîna tundiya li ser jinan” ku di malpera UN Women de hatiye weşandin û ji aliyê me ve hatiye wergerandin, qala hin tedbîrên ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan tên kirin.

Sernavên nûçe û nivîsên di hêjmarê de wiha ne:

* Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve / Rûşen Seydaoglû

 * Şêwe û qadên hilberîna tundiyê ya mêrsalariya hegemonîk / Kîbriye Evren

 * Şert û mercên birêxistinkirina keda jinê / Salîha Zorlu

 * Di siyasetê de astengiya ‘mêrtiyê’ / Bêrîtan Canozer - Hevpeyvîna bi Çaglar Demîrel re

 * 10 rêyên ji bo dawîlêanîna tundiya li ser jinan / UN Women - Wergêr