Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan

Şênîyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê meşek li dar xistin. Jinên beşdarî meşê bûn diyarkirin ku ew ji êrîşên dewleta Tirk natirsin û wê li berxwe bidin.

Qamişlo- Dewleta Tirk ji 31'ê Gulanê ve xwe li ser herêmen Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dijwartir kiriye, duh di encama van êrîşan de 4 şervanên QSD jiyana xwe ji dest dan û 11 hemwelatî di nav wan de du û zarokek birîndar bûn. Her wiha dema Heyva Sor a Kurd dema ku diçû hawara birîndaran rastî êrîşên balafirên dewleta Tirk hat. Îro jî şênîyên bajarê Qamişlo li dijî van dewleta Tirk meşek li dar xistin. Meş bi sûreya “Em êrîşa hovane ya Tirk şermezar dikin” û tevlîbûna dehan gel, rêveberiya jinan xweser û sazî û pêşengiya ji pêşiya Dermangeha Deham destpêkê kir û li pêşiya nunertiya Netewên Ykbûyî NY rawestiyan.

'Em li ser heqiyê ne'

Piştî deqeyek rêzgirtinê jina bi navê Yazî Betal meşê axifî û ji ber dewleta Tirk şermezar û got: “ji bo van dewleta Tirk ku li ser herêma me berdewam dike, em şermezar dikin. Îro em li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî ne û bang li mafên mirovan dikin ku rê li pêşiya van êrîşan bigrin. Îro roj em dibînin ku dewleta Tirk êrîş dike ser çiyayên azad pêk tîne û herêma me Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, li ser van êrîşan natirsin û paş de gav navêjin. Îro em li ser heqiyê bana û hilbijartinên xwe bi awayekî rast pêk ne anîbana dewleta Tirk li me nedixwar û ji herêma me nedikir vê demê em li ser hegiyê ne ku gefan li ser me pêk tîne. Em weke dayikê gêrîla em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşin û li pişta gerîlayê xwe bin û hertim li çalakiyan û meşa bin heta ku em azadiyê misoger bikin.”  

Meş bi sernavê “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.