Hevşaredarên DEM Partiyê li Amedê hatin ba hev

Cîgirê hevserokên giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li Amedê beriya civîna bi hevşaredaran re axivî û got ku bi biryara hikumetê ya “tedbîrên teserufê” re rê li ber şaredariyan tê girtin ku xizmetê bikin.

Amed- Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê civiyan. Civîn, li Navenda Çand û Kongreyan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî beriya civînê daxuyanî da.

‘Qeyûman pêşeroja gel dizîn’

Mehmet Ruştu Tiryakî bal kişand ser encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê û wiha got: “Gel, siyaseta qeyûman qebûl nekir. Dema me şaredarî bi dest xistin, me dît ku ne tenê îradeya gel her wiha îro û pêşeroja gel, çavkaniyên gel jî hatine dizîn. Ne tenê salek, du sal, 10 salan jî tevahiya dahatên şaredariyê bên dayîn jî deynên şaredariyan xelas nabin. Şaredariyên me bi temamî hatine talankirin. Hema hema tevahiya neguhêzbarên şaredariyan hatine firotin. Tenê ji bo ku şaredariyên me nikarin bixebitin û ji bo berê gel û şaredariyan bidin hev, di demeke kin beriya hilbijartinê bi hezaran kes girtine şaredariyan. Pir kêmek wesayîdên şaredariyan hebûn û ev jî pêşkeşî saziyên cuda hatine kirin, xebatkarên şaredariyên li saziyên cuda hatine peywirdarkirin lê mûçeyê wan şaredarî dide. Wesayîdên heyî jê sexbêra wan nehatiye kirin, nehatine çêkirin û veguherîne xurdeyan. Zîhniyeta qeyûmparêz, şaredarî talan kirine. Ne tenê îro, pêşeroja vî gelî jî dizîne.”

 ‘Em ê pirsgirêkan çareser bikin bila desthilatdarî nebe astengî’

Mehmet Ruştu Tîryakî, da zanîn ku walî û qeymeqaman şaredarî talan kirine û tevî van texrîbatan jî em ê pirsgirêkên bajarên qezenc kirine dê çareser bikin û wiha domand: “Piştrast bin ku em ê hemû pirsgirêkên we çareser bikin. Hema bes bila desthilatdarî nebe astengî, em ê çareser bikin. Dizanim ku Wezîrê Xizîne û Darayî ji bo çend milyar dolaran, ji bo dîtina kredî û pereyê germ welat bi welat digere. Hewl dide ji bo welat çavkaniyan peyda bike. Heke ev desthilatdariya siyasî nebe asteng, em ê binesaziya bajarên xwe bi metro û pergaleke baş nû bikin, pirsgirêka ava paqij çareser bikin, bajarên xwedî plan ava bikin, hemû pirsgirêkên navçe û bajaran çareser bikin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku hevaşerdar bênavber dixebitin. Li welat û derveyî welat hevdîtinan dikin û got: “Hewl didin krediyên bi taksîtên domdirêj peyda bikin. Yek ji rojeva herî girîng a hemû hevalên me ev e. Haya me ji pirsgirêkên bajar, navçe û bajarokên me heye. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin ji bo hemû şaredariyên xku we çavkaniyan peyda bikin. Bes bila desthilatdarî nebe asteng û projeyên me asteng neke. Bila ji bo serlêdan û çavkaniyên em peyda dikin bibe kefîl.”

‘Bi hincetên tedbîrên teserufê xizmet tê astengkirin’

Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî tedbîrên teserufê ev tişt anî ziman: “Bêguman em piştgiriyê didin teserufên di cemaweriyê de. Pirsgirêk ew e ku dema biryarên tedbîrê dane, bêyî ku rewşa rêveberiyên herêmî bifikirin dane. Heke ev biryar bikevin meriyetê, me di nava du mehan de bi awayekî şênber dît dê şaredarî nikaribin tu xizmetan bikin. Dê saziyên cemaweriyê nikaribin di nava 3 salan de tu avahiyên xizmetê bikirin, kirê bikin, ava bikin û erd jî bikirin. Yek ji biryaran jî ev bû. Bi hinceta vê biryarê, destûrê nadin ku şaredariyên me tu înşaetan çêbikin. Em projeyên xwe amade dikin û ji wezaretê re dişînin lê bi hinceta tedbîrên teserufê tên astengkirin. Dê di nava 3 salan de tu kes nikaribe tu wesayîdan bikire. Di nava van wesayîdan de tedbîrên ewqas giştî girtine ku dê şaredarî nikaribin wesayîdên bi awayekî lezgîn hewce dikin jî bikirin. Wesayîdên veguhestinê yên bi riya wergirtina xizmetê hatine girtin, heta ku peyman nebe şaredarî nikarin kirê jî bikin. Bawer bikin ku li gorî me kirêkirina wesayîdan rast nîn e. Divê her wesayîd aydê şaredariyê be lê şaredariyê xistine rewşeke wisa ku heta wesayîdan kirê nekin nikarin bixebitin.” 

 ‘Wê bi wezaretê re hevdîtin bê kirin’

Mehmet Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku burokratên şaredariyê tenê êdî dema diçin malê û tên şaredariyê dikarin wesayîda şaredariyê bi kar bînin û wiha got: “Di vê mijarê de pirsgirêk tune ye. Mesele ne wesayîda meqamê ye. Em ê di mijara wesayîda meqamê de tişta dikeve ser milên me bikin. Tenê di nava pêvajoya du mehan de bi qasî ku di serdema qeyûman de nehatiye kirin, lêçûnên sotemeniyê kêm bûne. Dê rojname-kovar neyên girtîn. Lê pêdiviya gelê me bi bêhnstandinê heye. Di bin navê tedbîrên teserufê de tiştekî rast nîn e ku xebatên çandî-hunerî bên astengkirin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku wê di demên pêş de têkildarî tedbîrên teserufê ku nahêlin şaredarî xizmetê bikin, bi wezaretan re hevdîtinan bikin. Dê hewl bidin pirsgirêkên heyî çareser bikin.