Ji bo zarokên Otîzim pêşangeha wêneyan hate vekirin

Bi boneya roja cîhanî ya zarokan li Silêmaniyê ji bo zarokên Otîzim pêşangehek ya wêneyan hate vekirin. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne.

Navenda Nûçeyan- Li Navenda Otîzimê ya Silêmaniyê, bi boneya roja cîhanî ya zarokan, bi amadebûna malbatên zarokên otîzm pêşangehek ya wêneyan hate vekirin.

Hemû wêneyên ku di pêşangehê de hatine pêşandin ji aliyê zarokên otîzim ve hatine xêzkirin.

Rêveberê Navenda Otîzimê derbarê vekirina pêşangehê de diyarkir ku bi boneya roja cîhanî ya zarokan ev cara yekeme pêşangehek bi vî awayî li herêma Kurdistanê tê vekirin. Bi rêya pêşangehên wiha  dikarin kêrhtiyên zarokên otîzim bidin nîşandan. Destnîşan kir ku wê hefteyekê pêşangeh vekirî bimîne.