TAJÊ biryara darvekirina du jinên li Efrînê şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî biryara Dewleta Tirk yên darvekirinê 2 jinan û biryara cezayê giran ên li 8 jinan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku yên bê darizandin Dewleta Tirk û Erdogan bixwe ye.

Şengal- Îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) ji bo şermezarkirina kiryar û biryara dewleta Tirk ên herî dawî derbarê 10 jinên ku 2 ji wan biryara darvekirinê û 8 jinan re jî cezayê giran hatiye dayîn li serdeşta Çiyayê Şengalê  daxuyanî da. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ji sala 2018’an û vir ve ne tenê demografiya Efrînê guhertiye, di heman demê de polîtîkayên xwe yên zextê bi taybet li ser jinan zêde kirine.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel ve hate dayîn.

‘Yê bê darizandin ew bi xwe ne’

Niam bedel di despêka gotinên xwe de behsa kiryarên dewleta Tirk kir û wiha got:  “Li pêş çavê Cîhanê di 10’ê Çileyê de, dadgehên ne rewa yên dewleta Tirk ji bo 2 jinan cezayê darvekirinê û ji 8 jinan re jî ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê birî. Ev mijarên herî dawî li pêş çavê dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan tên kirin, bi taybet dewleta Tirk weke hovan êrişê jin û zarokan dike. Em weke jinên Êzidî van êrişan şermezar dikin.”

Li dijî dagirkeriyê serî hildin’

Niam bedel di dawiya daxuyaniyê de bi van gotinan bag li jinan kir: “Ger ku îro dewleta Tirk ji ber van kiryarên xwe bihata darizandin  wê li ser jinên Kurd biryara darvekirinê nehatiba girtin.. Em weke Tevgera Azadiya  Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li cîhanê dikin ku bibin yek û rê li kiryarên dij mirovî yên dewleta Tirk bigrin.  Divê jin li dijî Erdoganê ku bi fikra DAIŞ’ê tevdigere bibin yek. Heya yek jin hebe emê serî rakin, weke jinên Êzidî li dijî  dagirkeriyê li ser piyanin emê hertim tekoşîna xweya li dijî zilim û dagirkeriyê bilind bikin û serî hildin. Serkeftin ya meye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.