Li Şengalê Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin

Li Şengalê piştî 3’emîn konferansa Yekitiya Ciwanên Êzidîxan Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê di 12’ê Çile de li Dîgûr a girêdayê Şengalê bi beşdariya sedan delege û mêhvanî 3’emîn konferansa xwe lidarxist. Ciwanên Ereb yên li Şengalê û Mûsilê dijîn û komek ciwanên Tirkmen ên ji Telaferê jî beşdarî konferansê bûn.

Xebatên ciwanên Ereb ên li Şengalê demeke dirêje bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê tê meşandin û her roja paştir berfirehtir dibe. Lê ji ber berfirehbûna xebatê û xweseriya ziman û herêmê di konferansa 3’emîn de Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate ragihandin. Ragihandina însiyatîfê bi coş hate pêşwazîkirin.

Li gorî biryarên di konferansê de hatiye girtin, wê xebatên perwerdê li nava herêmên pêkhateya Ereb li Şengalê lê dijîn were xurtkirin.

Biryarek din a konferansê jî rêxistinkirina xebatên ciwanên Ereb li zanîngehên Mûsilê û ber bi herêmên din yên Ereb ve ye. Li gorî biryarê wê xebatên ciwanan di zanîngehên Iraqê de jî pêşbikeve û ji bo belavkirina fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bixebitin. Her wiha meclîs û komînên ciwanan li hemû herêmên ku hene ava bikin û komîteyên pêwîst werin avakirin.

Wê konfaransa hevpar were li darxistin

Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Rakan El-Mûla yê ji Medîbanê bal kişand ku wê xebatên xwe yên ciwanan berfireh bikin û got: “Ciwanên Êzidî û Ereb bihev re konferansê lidarxistin. Armanca me ya tevlîbûna konferansê pêşvebirina xebatê ye. Ev xebat dibin sedem ku naskirina me zêdetir çêbibe. Ez bang li ciwanan dikim tevlî vê xebatê bibin. Di navbera me de ti ferqeke mezhebî û olî nîne. Em her Rêber Apo dixwînin, zêdetir naskirina me ji wî re çêdibe. Xebatên me niha ne zêde ye, lê em armanc dikin xebatên xwe meztintir û berfirehtir bikin.”