Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de berdevam dike

Di roja 2'yemîn a konferansa TJA'yê ya "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Li Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin" de, li ser ji ber pirsgirêkên li girtîgehan bi têrkerî nehatine nîşandan raya giştî ava nebûye nîqaş hat meşandin.

Navenda Nûçeyan - Konferansa "Zîncîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Li Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin" ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi beşdariya jinên ji welatên cuda tên organîzekirin, di roja xwe ya 2’emîn de bi komxebatan berdewam dike.

Di komxebata ku bi sernavê "Medya û Çapemenî" bi moderatoriya rojnamevan Oznur Deger û Esra Çîftçî hat lidarxistin de, "Di parastina girtiyên siyasî yên jin de rol û bikaranîna bandora medya û çapemeniyê" hat nîqaşkirin. Rojnameger Oznûr Deger, diyar kir ku girtîgeh parçeyek ji jiyana her kesî ye û diyar kir ku bi kûrbûna pirsgirêka Kurd û tecrîdê re girtîgeh bûye cihekî neçarî.

 ‘Em pirsgirêkên girtiyan baş ranaxin ber çavan’

Rojnameger Esra Çîftçî jî bilêv kir ku pirsgirêka girtîgehan pirsgirêkeke sedsalî ye û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên li girtîgehan baş nayên nîşandan. Mijara esasî ya ku em li ser nîqaşê bikin, rola çapemeniya azad û muxalîf e. Em pirsgirêkên girtiyan baş ranaxin ber çavan. Em gelemperî yên bêhtir populer nîşan didin. Em nûçeyên girtîgehan çêdikin lê gelo hûrgiliyên wan çiqas nîşan didin? Em tevek jî dibe ku bên girtin.” 

‘Jin ji ber nasnameya xwe rastî tundiyê tên’

Piştre jî atolyeya “Hiqûq û Parastina Mafan” hate lidarxistin. Moderatoriya wê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û psîkolog Jiyan Ay kir. Di bin serenavê “di parastina girtiyên jin ên siyasî de rêyên hiqûqî, parastina mafan û stratejiyên bibandor” de nîqaş hatin meşandin. Ji ewil Ulaş axivî û got: “Ji kêliya ewil a binçavkirinê ve jin ji ber nasnameya xwe rastî tundiyê tên. Êdî raporên binpêkirinan zêdetir tên çêkirin. Em ji ber 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û Peymana Stenbolê tên darizandin. Jinên tirkiyeyî ji heman sedeman tên darizandin. Her ku rêxistiniya jinên kurd xurt dibe, êriş zêdetir dibin. Siyasetmedarên jin ên TJA’yî rastî tacîza darazê tên. Ayla Akat yek ji mînakên vê ye. Her gava avêtî veguherandine îddianameyê. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Di bin çavan de lêgerîna tazî, tundiya fîzîkî û psîkolojîk pir zêde tê kirin. Bi girtinê re jî binpêkirinên mafan dest pê dikin. Lêgerîna tazî, arastekirina qawîşan, tecrîd, bisînorkirina mafên tenduristî, perwerde û agahîgirtinê. Her tişt bi înîsiyatîfa lijneyên çavdêriyê yên girtîgehê re hatine hiştin.” 

‘Gelemperî jinên di navbera emrê 18 û 43’yan de girtî ne’

 Psîkolog Jiyan Ay jî da zanîn ku ji 292 hezar girtiyan 12 hezar û 62 jê jin in û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê 405 girtîgeh hene. Hejmara zarokên bi dayikên xwe re dimînin 383 ye. Gelemperî jinên di navbera emrê 18 û 43’yan de girtî ne. Îşkence û miameleya xerab di rêza yekemîn de ye. Her wiha girtîgehên bi tîpên S û Y hene ku divê ji hêla tecrîdê ve bên nirxandin. Hejmara wan roj bi roj zêdetir dibin. Jin nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Heta dema pedekî jî digirin zehmetiyan dikişînin. Miayeneya destkelemçekirî û lêgerîna nava dev tê ferzkirin.” 

Atolyeya ‘Hêza Hunerê’

Piştre jî atolyeya “Hêza Hunerê” hate lidarxistin. Moderatoriya wê wênesaz Sevînç Altan kir û hunermend Fatoş Îrwen kir. Di atolyeyê de bi sernavê “Di xuyanîkirina têkoşîna jinên girtî yên siyasî de hêza hunerê” de nîqaş hatin meşandin. Ji ewil hunermend Fatoş Îrwen axivî û wiha got: “Em ji bîr dikin ku formên berxwedanê pêş bixin. Bedena me, vediguhere qadekî berxwedanê ya bêdawî. Bi rastî jî qadekî şer e. Zêdetir li ser tecrûbeyên min ên li girtîgehê pêş ket. Min hewl da her materyalekê li derdorê biafirînim û wiha pêş xist. Di nava van de pora hevalên min, hêka çûkekê jî hebûn. Her serê sibehê dema me spor dikir, me li hewşê tiştekî nû didît. Min got; ‘rûpelên bala yên pirtûkên li pirtûkxaneyê jê bikin û tiştekî lê xêz bikin.’ Ez niha biçim kîjan weşanxaneyê, dibêjim ‘Di her pirtûkekê de çendek rûpelên vala çêbikin.’ Her kesek rojekê pêdivî bi van rûpelan dibe.” 

Wênesaz Sevînç Altan jî bal kişand ser girîngiya xebata kolektîf û wiha dom kir: “Gelo derfetên ku dengê mirovan ê di dilê wan de û yên derve tînin ba hev çi ne? Li gorî min divê ev hebin. Bi melzemeyeke herî jirêzê, herî kêm kirina gotinekî girîng e.” 

‘Rol û mîsyona siyasetmedaran

 Herî dawî jî atolyeya “Mîsyona Siyasetê” hate lidarxistin. Moderatoriya wê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu û aktîvîsta TJA’yê Bedîa Akkaya kirin. Di atolyeyê de di bin serenavê “Di parastina girtiyên jin ên siyasî de rol û mîsyona siyasetmedaran” de nîqaş hatin kirin. Ji ewil Akkaya axivî û ev tişt anî ziman: “Girtiyên jin ev du meh in di greva birçîbûnê de ne. Li dijî tecrîd, îşkence û tacîzê dest pê kirine. Ragirtina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a di tecrîdê de, tê wateya vê tecrîdê ya li girtîgehan. Her wiha rewşekî tecrîdê ya li ser malbat û civaka me jî belav bûyî heye.” 

Herî dawî jî Parlamenter Çîçek Otlu axivî. Otlu jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha derbirî: “Tecrûbeyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê pir xurt in. Divê piştevaniya navneteweyî xurt bibe. Em pir zêde ji rewşenbîran dûr ketin, divê ev têkilî bên avakirin û em peywirê bidin hevalan. Nejibîrkirin, hêzê dide berxwedana girtiyan.” 

Atolye bi dawî bûn. Konferans dê bi foruma bi sernavê “Gelo em bi hev re dikarin çawa pêş bikevin?” bi dawî bibe.