Rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn hatin berdan

Rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed piştî 17 mehan hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Nîlufer Hamîdî û îlahe Muhammed ên li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn û ji ber nûçeya ku çêkiribûn hatibûn girtin piştî 17 mehan hatin berdan.

Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed ên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn ji aliyê hikumeta Îranê ve hatibûn girtin. Rojnamegerên ku li Girtîgeha Evînê dihatin girtin îro bi 10 milyan tumen kefaletê hatin berdan. Gel bi coşekê mezin her du rojnamegeran pêşwazî kir.