Salvegera Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat pîrozkirin

9’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek hat pîrozkirin.

Şengal – Li ser avakirina Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê (MXDŞ) 9 sal derbas bû. Bi boneya salvegera MXDŞ bi beşdarbuna tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya xweser ya Şengalê û tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê bi daxuyanyekê salvegera damezranidna Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê hate pîrozkirin.

 Daxuyanî ji aliyê Meclisa Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya jinên Êzidî TAJÊ'ê û Saziya Malbatên Şehîdan ve hate dayîn.

‘Em ê bibin pira serkeftina gel û hêzên xwe’

Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratik ya Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayf Şemo daxuyanî bi zimanê erebî xwend û wiha got: “Meclisa Şengalê li ser xwestek û daxwazên civaka Êzidî ya wê demê hate avakirin, ji ber rêya tekane bû ku civak xwe li ser piya bigire û li ber xwe bide, her wisa kesên ku cihê xwe di meclisê de girtin heya roja me ya îro bê dûdilî li ser erkê xwe ne. Em jî weke Rêveberiya Xweser  soz didin gelê xwe yê bi rûmet ku heya dilopa xwîna xwe ya dawî bibin pira serkeftinê ya gel û hêzên xwe.”

‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir salvegera 9'mîn ya demezrandina Meclisa Xweseriya Demokratîk Şengalê li tevahiya şehîdan pîroz kir û got: “Ger ne ew leheng û cangorî bana û serê xwe li rêya Şerefê nedabana ev meclis ne dihat avakirin û em jî niha ne livir bûn, me di xwest ku ew hevalên bûn sedem ku meclis ava bibe di nava me debana, lê bi sazkirina Xweseriya Şengalê emê tola şehîdên xwe hilînin xeyalên wan pêkbînin.”

Kinê Xidir wiha domand: “Gelek kes û aliyan  xwest ku ev meclis neyê avakirin, lê bi hêz û îrada gelê me hemû planên wan têk çû û heya roja meya îro jî li hember wan planan mertal in, jina Êzidî rolek xwe yê sereke di avakirina meclisê de leyîst û heya meclisa xwe a xweser avakirin. Em li ser navê TAJÊ careka din salvegera damezirandina Meclisa Avaker li her kesê li vir amade û li tevahiya şehîdên xwe pîroz dikin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî berdevka Saziyê Pakîza Celal axivî, got: “Di salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê de di sala 2019'an de bi hedef girtina Şehîd Zerdeşt û hevalên wî xwestin em gav paş de bavêjin lê li hember hemû êrîşan xwe dane bûn. Em avakirina meclisa xwe li şehîdên xwe, Rêber Apo û tevahî civaka xwe pîroz dikin wê serketin ya gelê me be.”