Siyasetmedar Aysel Tugluk hat berdan

Aysel Tugluk ku nexweşîna demnasê pê re heye, bi hinceta axaftineke xwe ya di 2012'an de hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedar Aysel Tugluk, li mala xwe ji aliyê polîsan ve bi hincera axaftineke xwe ya 2012'an de ya li Colemêrgê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin. Polîsan piştî kontrola li nexweşxaneyê, Aysel Tugluk birin edliyeyê. 

Aysel Tugluk ku li Edliyeya Stenbolê li Ddageha Cezayê Giran a 24'an derket pêşberî dadger, nikaribû pirsên dadger bibersivîne û got tiştek nayê bîra wê. Parêzerên wê jî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" berpêşî dadgehê kirin. Dadgehê jî beyanên Aysel Tugluk yên wekî "Ez nikarim pirsan bibersivînim, tiştek nayê bîra min" di girtenameya îfadeyê de tomar kirin.

Paşê Aysel Tugluk serbest hat berdan.