Rûxmê êrişan dê jin ji bo 25’ê Mijdarê mal bi mal bigerin

Li navçeya Til Temir a Hesekê ku rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye jin ji bo 25’ê Mijdarê zend û bendên xwe badan. Dê Kongra Star a navçeyê gund bi gund, mal bi mal bigere xebatên hişyariyê bimeşîne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star her sal ji bo 25'ê Mijdarê ango Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bernameya xwe eşkere dike, îsal jî wê Kongra Star di 13'ê Mijdarê de bernameya kampanya xwe eşkere bike. Li navçeya Til Temirê jî a Kantona Hesekê a Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd, bernameya ku wê ji bo 25'ê Mijdarê bi hevkariya gelek sazî, partî û komîteyên jinan ve werin pêkanîn nirxand. Hêjayî bibîrxisinê ye ku ji ber rewşa navçeyê û êrîşên dewleta Tirk a her wext, dê Kongra Star îsal beriya wextê û li gorî rewşa ewlehîyê dest bi pêkanîna bernameyên xwe bikin.

‘Êriş li ku derê bin li wir tundiya li ser jinan heye’

Madlên El-Ibêd bal kişand ku êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê şêwazê herî kûr a tundiya li ser jinan e û wiha dom kir: "Êrîşên ku li dijî herêmê pêk tên rasterast civak di nav de jin û zarokan hedef digre. Lê a herî zêde jin li herêmên dagirkirî dibe an jî li herêmên me, ew herî zêde zirarên êrîşan û derûnî şer jiyan dikin û bandor dibin. Jin di nav van êrîşan de ji qetilkirinê bigre heta destdirêjîyê, lêdan û tundiya devokî bi gelek cûreyên tundîyê re rû bi rû tê. Jin di nava êrîş û topbaranan de bi wê derûnî şer dijî, ku bi şev dema rakeve gelo sibe wê çavên xwe li ser mirin û termên zarokên xwe veke ya na, dijî. Ji lewra şer li kîjan parçeyê cîhanê hebe, rêjeya tundîya li dijî jinan bilind dibe."

'Aqilê vî şerî mêr e'

Madlên El-Ibêd da zanîn ku êrîşên çêdibe û çekên li dijî jinan û qirkirina wê tê bikaranîn bi hişmendiya mêr û destê wan hatiye afirandin û wiha pêl da gotina xwe: "Aqilê vî şerî û êrîşên li dijî civakan û taybet jinan çêdibin hemû jî mêr e. Çekên li dijî me tên bikaranîn jî mêr çêkiriye. Hişmendiyeke wisa ye ku her tiştî ji bo qirkirina civakan, dikin. Jin bingehê civakan e, ji lewra êrîşên heyî dixwazin bingehekî wiha saxlem birûxînin û li şûna wê dîktatoriya û desthilatdariya xwe ferz bikin û wekhevî û edaleta heyî ji holê rabikin."

'Diyardeyeke cîhanî ye'

Madlên El-Ibêd bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a navçeya Til Temirê wiha rêz kir: "Diyardeya şîdeta li ser jinan ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango Sûriyê heye, lê belê ev diyardeyekî cîhanî ye. Diyardeyeke wiha ye ku nûçeyên jinên bi gelek cûreyên tundiyê re rûbirû tên ji tv, rojname, radyo û torên medyaya civakî qut nabin. Wekî Kongra Star jî li dijî vê diyardeyê gorî rewşa herêma me têre derbas dibe plan û bernameyên me yê salan e jî hene. Di nav rewş û pêvajoya em têre derbas dibin, em hewl didin li dijî tundîyê serîhildanek ango ronesansekê giştî a jinan çêbikin. Ji bo roja 25'ê Mijdarê li navçeyê, komîn, gund, sazî û heta xetên agir em ê bi jinan re bicivin û semîneran bidin. Bi rêya vê hemlê re em dixwazin bêtir li ser mafên wan û tundiya li ser wan dibe bidin ronî bikin."

Wê hêzên leşkerî jî semîneran bibînin

Madlên El-Ibêd da zanîn ku di bernameya wan de semînerên ji bo hêzên leşkerî jî hene û wiha sedem û girîngiya wê anî ziman: "Me pêwîstî dît ku ji bo hêzên leşkerî jî semîner werin dayin. Herwiha wê civînên berfireh ji bo gel werin lidarxistin û di roja 25'ê Mijdarê de wê meşeke girseyî hebe ku ji biçûk heta mezinan beşdar bibin."

'Jinên di xeta agir de bi tundîyê re rû bi rû ne'

Madlên El-Ibêd di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa ewlehîyê û êrîşên ku herêm rastî wê tê û wiha ji bo jinên xetên agir bernameya xwe vegot: "Li gorî rewşa ewlehîyê û êrîşên ku herêma me pêre rû bi rû tê, wê bernameyên me diyarkirine di meriyetê de bin. Jinên di xeta agir de dijîn û her tiştî tehemûl dikin, jinên herî zêde bi tundîyê re rû bi rû ne. Ji ber di xetên agir de jin şer, pevçûn, nakokî û gelek kêlîyên çarenûsî dijî ev pêre tundîyê jî avadike. Ji lewra em erkê xwe dibînin li kêleka van jinan bisekinin, ji wan re bibin hêz û hewl bidin wê zana bikin û tundîya dijî wê kêm bikin."

'Bi rawestîna şer kêmbûna rêjeya tundîya li ser jinan pêkan e'

Madlên El-Ibêd bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Wekî rêxistineke jinan armanca me ya sereke pêkanîna aşîtiyê ye û jin di nava jiyaneke ewle û aram de bijî. Em dixwazin dengê xwe bighînin cîhanê ku ev şer li kuderê dibe bila bibe ya girîng were rawestandin. Şer û xwînrijandin bisekine wê jin di nava aramî û jiyaneke ewle de bijî. Bi sekinandina şer û guhertina hişmendiya mêr re herî kêm emê bikaribin rêjeya tundîya li ser jinan kêm bikin. Hişmendiyeke xwedî pênc hezar sal ne mumkîne bi çend salan were guhertin, lê em hemû hewldanên xwe dikin ku hişmendiya mêr a li ser civak û taybet jinan hatiye ferzkirin, biguherin."