Di hevdîtinên butçeyê de protestoya bi laçikên spî

Parlamenterên HEDEP’ê di hevdîtina butçeyê bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk re bi laçikên spî û qurnefîlên sor amade bûn. Parlementeran bertek nîşanî êrîşên li dijî Dayikên Şemî û Dayikên Aştiyê dan.

Enqere- Di komîsyona Butçe û Plana Meclisê de, pêşnûme qanûna butçeyê ya rêveberiya navendî ya sala 2024’an de hevdîtin berdewam dike. Hevdîtina bûtçeyê bi Wezareta Karên Hundirin re îro dest pê kir. Di hevdîtinan de çalakiya parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) bal kişand. Parlamenterên HEDEP’ê, ji bo temsîla Dayikên Aştiyê bikin laçika spî avêtin dûra stuyê xwe. Di heman demê de ji bo temsîlkirina Dayik/ Mirovên Şemiyê bi qurnefîlên sor beşdarî hevdîtinê bûn.

‘Destûrê bidin çalakiyên aştiyane û demokratîk’

Wezîrê Kerên HundirînAlî Yerlîkaya ku beşdarî hevdîtinan bû, di hevdîtinê de parlamenterê Elihê yê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî mafê axaftinê girt û got: “Li vî welatî ev demek e Dayikên Aştiyê tevî ku biryara destûra bingehîn heye jî destûr nayê dayîn ku Dayikên Şemiyê mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin. Ew dayik, kesên ku zarokên xwe winda kirine, bira û xwişkên xwe winda kirine ne. Heta roja îro tu seknek antîdemokratîk nîşan nedane. Hê jî bi îsrar çalakiyên wan tên astengkirin. Me qurnefîlên wan ji bo protestoyê anîne vêderê. Destûr bidin protestoyên wan ên aştiyane û demokratîk.”