Artêşa Îsrailê li Xezayê ye

Êrîşên Îsrailê li ser Xezayê mehek li pey xwe hişt. Artêşa Îsrailê kete Xeza û pevçûnên germ destpêkir.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike. Artêşa Îsrailê duh daxuyanî da û aşkere kir ku ew ketine Xezayê û şer berdewam dike.

Wezîrê parastina Îsrailê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got: “Yekîneyên Îsrailê di dilê bajarê Xezayê de ne” û diyarkir ku artêşê dorpêça derdorê bajar şidandiye.

Li gora nûçeya Times of Îsrail Yoav Gallant di roja sêşemê di daxuyaniya ku di televizyonê de da ji bo Zîvala Xezayê ku di bin dorpêçê de ye wiha got: “Baregeha herî mezin a terorîstan a heta niha hatiye înşakirin e.” Wezîr heta dilên di destê Hamasê de neyên berdan ‘rawestina mirovî’ red kir û bang li Filistiniyan kir ku ber bi Başûrê Filistinê ve biçin. Artêşa Îsraîlê duh dîmenek ku tê gotin aîdê komek Filistinî ye ku ji bakurê Zîvala Xezayê koçberî li wan tê ferzkirin, weşandibû. 

Ji DYA'yê daxuyanî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de piştî ku artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ew derbasî Xezayê bûne, bersiva pirsan da û got ku ew li dijî wê ne ku di demeke dirêj de Zîvala Xezayê di bin dagirkeriya Îsraîlê de bimîne. Vedant Patel diyar kir ku DYE ji xeynî Xezayê wê piştgiriyê nede ku Filistînî li cihek din bên bi cihkirin û wiha got: “Nêrîna me ew e ku Filistînî di navenda van hemû pêvajoyên biryardayînê de bin. Xeza xaka Filistînê ye, dê wek axa Filistînê bimîne.”

Ji RTC bang

Direktorê giştî ê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya herî dawî de carek din bang li aliyan kir ku li Xezayê agirbesta mirovî qebûl bikin û ji bo aştiyek mayînde xebat bikin. Di parvekirina li ser medyaya dijîtal de diyarkir ku di encama bombardûmana dijwar ya ku li Xeza berdewam dike de 4 hezar zarok jî di nav de zêdeyî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Di parvekirina xwe de pirsa ‘Wê ev feelketa mirovî heta kengê berdewam bike?’ kir û carek din banga demildest berdana dîlên ku li Xeza hatine girtin, dûbare kir.

Êrîşî konvoya ICRC hate kirin

Qomîteya Xaça Sor ya navenetewî (ICRC) diyarkir ku li Zîvala Xezayê ya ku di bin bombardûman û dorpêça Îsrailê de ye êrîşî konvoya ku alîkariya mirovî dihilgirt kir. Di daxuayniyê de bang hate kirin ku xebatkarên di qada alîkariya mirovî li Zîvala Xeza di xebitin divê rêz lê werin girtin û wiha hate gotin:

“Qomîteya Xaça Sor a Navnetewî, li Xezayê êrîşa li ser konvoya alîkariyê şermezar dike. Em îro li Xezayê ji bo êrîşkirina li ser konvoya alîkariya mirovî bi fikar in.”

Dibistan hatin hedef girtin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama rasterast hedefgirtina dibistanek NY’ê ya Zîvala Xezayê ya Filistînê ya di bin êrişên dijwar ên Îsrailê de, kesek jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniya ku hate diyar kirin ji 7’ê Cotmehê vir ve di encama êrîşan de 11 firinên nan ên aîdê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberên Filistînî (UNRWA) hilweşiyane û hate diyar kirin di 24 saetên dawî de xebatkarêk din a UNRWA hate qetilkirin.

Hate diyar kirin ku hejmara xebatkarên UNRWA’yê ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 89 kes û wiha hate gotin: “Ev, di dîroka Neteweyên Yekbûyî de, hejmara herî zêde ya personelên ku heya niha tenê di pevçûnek de hatiye tomar kirin e.”

Li aliyê din hate diyarkirin ku beşek navend a li Zîvala Xeza li başûrê Refa û Han Yunus  di 92 tesîsên girêdayî UNRWA de 565 hezar Xezayî ên ku ji cihên xwe bûne lê dimînin.