Aysel Tugluk hat binçavkirin

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye bi hinceta axaftina wê ya 2012’an a li Colemêrgê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî axaftina wê ya di sala 2012'an de ya li Colemêrhê hat nîşandan.

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî lêpirsîneke di sala 2012'an de hat nîşandan. Ayselê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê di 25'ê Gulanê de ji ber nexweşiya Ayselê înfaza wê taloq kiribû.  

‘Destdirêjiya darazê ya li hember Aysel Tugluk didome!’

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal a X’ê derbarê mijarê de wiha got: "Aysel Tugluk ji ber bi nexweşiya demansê ye derbarê wê de biryara taloqkirina înfazê hatibû dayin. Destdirêjiya darazê ya li hember Aysel Tugluk didome!"

Di 27'ê Cotmeha 2022'yan de hatibû tehliyekirin 

Saziya Tipa Edlî (ATK) di 26'ê Cotmeha 2022'yan de rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû Ayselê. Ayselê di wê serdemê de li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dihat girtin. Piştî rapor hat eşkerekirin parêzeran daxwaza taloqkirina înfazê nû kir û daxwazname şandin Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê. Dadgeriya Înfazê di 27'ê Cotmehê de biryara tehliyekirina Ayselê da.