Sîpan a ku bi salan di destê çeteyan de dîlgirtîbû li Şengalê bi coş hat pêşwazîkirin

Dema Sîpan Xelîl li Gundê Koço ket destên çeteyên DAIŞ’ê dîrok 3’yê Tebaxa 2014’an bû. Ew bi hemû malbata xwe ve ketibû destên çeteyan. Sipan Xelîl ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve destpêkê dibin bajarê Mûsilê, piştre jî dibin Reqayê û 7 salan di destên çeteyan de dîl dimîne. Gelê Şengalê Sîpan Xelîl weke şahiya cejnê pêşwazî kir.

Şengal - Di arîfeya fermanê de hemû cîhan behsa komkojiya li hemberî Êzidiyan dike. Jinên Êzidî pîştî fermanê ji bo tola xwe hildin zend û bendên xwe badan. Destpêkê dest bi rêxistinbûna xwe kirin, ji xweparastinê bigre heta çareserkirina pirsgirêkên civakî di hemû mijaran de rola pêşengiyê girtin ser milên xwe. Jinên Êzidî ku rihê wan di komkojiyan de hatibû perçiqandin careke din hewl didin birînên xwe bipêçin. Êdî fêr bûn ku li dijî çeteyên DAIŞ û û yên bi heman fikrî berxwedanek serkeftî bikin. Ev 7 sal in li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê kirin û ew jinên Êzidî ku di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne ji bo xwe bigihînin wan gelek tişt kirin û yên ku ji destên çeteyan de rizgar dikirin.      
Di 7 salan de zimanê dayikê ji bîr kir!
Di komkojiya 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jin ketin destên çeteyên DAIŞ’ê yek ji wan jî Sîpan Xelîl e û beriya 10 rojan ew ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Sîpana ku 7 salan di destên çeteyên DAIŞ’ê de girtî û zimanê xwe yê dayikê ji bir kir, bi Kurdî nikare biaxive. Sîpan Xelîl hest û fikrên xwe bi zimanê Erebiyek lawaz tîne ziman. 
“Bi hezaran jinan birin Reqayê”
Sîpan Xelîl di arîfeya salvegera 7’an a fermanê de bi hewldanên xwe û alîkariya şervanan rizgar dibe û 7 salên xwe yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de bi kurtî behs dike û dibêje: “Di roja fermanê de ez li gel hemû malbata xwe ketim destên çeteyan. Destpêkê em birin dibistana seretayî ya gundê Koço û piştre me birin Mûsilê û ji wir jî em birin Reqayê. 7 salan ez di xeta Reqa û Dêrezorê de çûm û hatim. Ez û li gel min bi hezaran jinên ciwan ên Êzidî li Reqayê em birin biryargehên çeteyên DAIŞ’ê û li wê derê hemû cureyên tundî û tecawizê li hemberî me bi kar dianîn. Çeteyan jinên Êzidî bi kar dianîn û careke din difirotin. Min jî firotin çeteyek DAIŞ’ê yê Lubnanî. Du salan di malekê de, di odeyekê de ez hatim hepiskirin. Li wê derê bi Kurdî axaftin qedexe bû. Zimanê Erebî wê bihata axaftin û hemû rê û resmên dînê misilmantiyê wê bihatana bicihanîn. Ez bi salan di nava van zextan de dûçarî hatim hiştin. Ew çeteyê ku min kiribû dixwest min bibe Lubnanê. Bi riya qaçaxî dema ku em di wesayîda ku wê biçûya Lubnanê de bûn mayin teqiya û ew çeteyên di wesayîdê de hemû mirin. Ez jî ji wesayîdê li erdê ketim û li wê derê min xwe gihand gundekî. Li wî gundî malbetekê alîkariya min kir û ez birim Şamê gel malbeteke din. Ez demekê li gel wê malbatê mam û piştre ji bo xwe bigihîjînim malbata xwe, şervan ketin navberê û ez ji wê derê rizgar kirim. Ez anîm mala Êzidiyan a li Rojava. Wan gelek baş li min mêze kirin. Di pêvajoya dawî de em du caran hatin ser sînor lê belê Iraqê rê neda em derbasê Şengalê bibin. Çima wisa kirin min fam nekir.” 
“Ez gelek kêfxweş bûm”
Sîpan Xelîl piştî ji ajansa me re bi kurtasî behsa 7 salên xwe yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de kir, piştre hatina xwe ya Şengalê û li wê derê bandora dîtina cara yekem wiha îfade kir û got: “Dema cara yekem hatim Şengalê, ez gelek kêfxweş bûm. Nizanim çawa pênase bikim, ez hem kêfxweş bûm hem jî kelegirî bûm. Mînak malbata min ne li vê derê ye li Başûrê Kurdistanê dimînin, min gelek dixwest ew li vê derê bin. Careke din jî gundê min hê jî nîne, min dixwest biçim gundê xwe. Lê belê Şengal û Êzidayetî hê li cihê xwe dimînin. Min 7 salan Êziditiyê her dem di dilê xwe de veşart. Min tu carî ji bîr nekir ku ez jineke Êzidî me.”
Sîpan Xelîl herî dawî da diyarkirin ku bi avakirina hêzên parastina jinên Şengalê YJŞ û YPJ gelek kêfxweş bûye û wiha got: “Divê em civaka Êzidî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê bidin meşandin. Divê li vê dinyayê em mafên xwe bi dest bixin.”
Pêşwazîkirina bi coş
Weqfa Koma alîkariyê ya jinên Êzidî û bi piştgiriya hêzên QSD’ê di rojeke ku ji salvegera fermanê re du roj mabû Sîpan Xelîl anîn Şengalê û li ber deriyê Meclisa Gel bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Dayikên ku Sîpan Xelîl pêşwazî kirin hêstir di çavên wan dihatin xwarê. Sîpan Xelîl jî dema du bira û mirovên xwe yên dît, dest bi girînê kir û li ber deriyê Meclisa Gel demek hestiyar hat jiyîn. 
“Divê PDK jinên dîlgirtî neke mijara bazarê”
Endama rêveberiya Weqfa Koma alîkariyê ya jinên Êzidî Ferîde Sado di merasîma radestkirina Sîpanê de axivî û vê rizgariyê weke serkeftina jinên Êzidî ya xwerizgarkirina ji destên çeteyên DAIŞ’ê bi nav kir û wiha domand: “Îro di destên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jinên Êzidî hene. Em ji bo wan jinan rizgar bikin bi QSD’ê re di nava hemahengiyê de ne. Wan gelek alîkariya me kirine û em ji her jina ku me rizgar kiriye bi hêza xwe ya xweser têkoşiyaye û me rizgar kiriye re spasî dikin. Lê îro li Başûrê Kurdistanê PDK û dewleta Iraqê jinên me yên êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê li beramberî 10 hezar dolarî dikirin. Jinên me yên Êzidî ne mijara bazarê ne. Ger bixwazin jinên dîl rizgar bikin divê têbikoşin û li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şerê têkbirinê bimeşînin.”  
Keçmama Sîpan Xelîl ku piştî 7 salan ew rizgarbûyî dît kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Dîtina Sîpan Xelîl piştî 7 salan weke mucîzeyek e. Ez di wê baweriyê de me ku hemû jinên Êzidî weke Sîpan Xelîl werin rizgarkirin. Ez spasiya hemû kesên bûne alîkar dikim.”