Serlêdanên 6’emîn pêşbirka Wênekêşî Çîrok û Helbestan a Denîz Firat dest pê kir

Serlêdanên pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad ve tê lidarxistin, dest pê kir. Serlêdan wê heta Hezîrana 2024’an berdewam bike û merasîm dê 8’ê Tebaxa 2024’an li Mexmûrê pêk were.

Navenda nûçeyan- 6’emîn pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, îsal jî di 11’ê Nisanê de dest pê kir.

Komîteya amadekar têkildarî şert û mercên tevlibûnê ev agahî parve kir:

“Pêşbirka îsal, diyarî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Şehîd Sara Hogir Ruha, Şehîd Bîşeng Brusk û Şehîd Seyît Evran tê kirin. Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin divê heta Hezîrana 2024’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin. Merasîma 6’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di 8’ê Tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were.

Mercên tevlibûnê;

Ziman û zaravayên pêşbirkê ev in;

-Zimanê Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî), Erebî û zimanê Tirkî ye.

Mercên pêşbirkê;

-Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin.

-Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de bi çîrokekî û di beşa wênekêşiyê de herî zêde bi 2 berheman beşdar bibin.

-Beşdar divê berhemên xwe tevli kurtejiyana xwe herî dereng heta Hezîrana 2024’an bi riya E-mailê bigihîjînin destên me.

Navnîşanên serlêdanê;

E-Mail: [email protected]

Instagram: Pêşbirka Ş.Denîz Firat

hejmara telefonê: +964 751 842 55 76

Facebook: Peşbirka Ş Denîz Firat

X: Pêşbirka Ş.Denîz Firat

Navnîşan:

Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmur) / Tevgera Ciwanên Mexmûrê.”