Salvegera Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin

Salvegera 19'emîn a damezrandina Kongra Star li kantona Şehbayê bi şahiyekê hat pîroz kirin.

Şehba- Salvegera 19'emîn a demizrandina Kongra Star ji aliyê Kongra Star Efrîn-Şehba bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî li hola wargeha Serdem a navçeya Ehdas kantona Şehbayê hate li dar xistin. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln û pakrewanên jin, her wiha alên Kongra Star hat xemilandin. Di şahiyê de endamên jın sazî û dezgehên li herêmê amade bûn.

‘Bi saya Şoreşa Rojava em li hev civiyan’

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Ferîda Îbo axivî û got: "Em demizrandina Kongra Star li Rêber Apo û tevahî jinên kedkar û tekoşer pîroz dikin. Bi saya pakrewanên me îro Kongra Star xebatên xwe dide meşandin û berfirehtir dibe. Em li ser esasê azadkirina civakê û avakirina demokrasiyê di nava gelan de xebatên xwe didin domandin. Em di bin sîwana fikrê azad de îro kar û xebatê xwe didin meşandin. Bi saya şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê nasîn em li hev civîne û berxwedana xwe didomînin. Her çendî êrîş û gefên dijmin dijwartir bibin jî îrade û vîna me tu carî naşke."

‘Emê li dijî dijmin bi her awayî berxwe bidin’

Her wiha bi navê Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Sureya Hebeş jî axaftin kir û got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em îro vê şahiyê li dar dixin û damezrandina Kongra Star pîroz dikin. Jina kurd xwedî rol û hebûn bû di civakê de lê bi derketina sîstema desthiladar re ev rol û maf jê hat standin û windakirin. Bi derketina fikrê azad ê Rêber Apo jinê carek din karîbû xwedî rol û misyon be di civakê de. Emê li dijî dijmin bi her awayî berxwedan û têkoşîna xwe didin meşandin. Îro bi pêşengiya jina Kurd hemû jin bi azadiya xwe tev digerin, soza me ew e ku em ê xwe bighînin jinên ku heya niha di bin desthiladariyê de dijîn û wan rizgar bikin. Bi navê hemû malbetên şehîda em damezrandina Kongra Star li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin."

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.