Rojnamegerên jin: Em ê li hemberî tundiyê gotina xwe bidomînin
Hevseroka DFG'ê ya Dîcle Firatê û edîtora MA yê Dîcle Muftuoglû, şîdet û binpêkirinên mafan ên di pêvajoya dawî de li ser rojnamegerên jin zêde bûne nirxand û diyar kir ku tevî zextan jî jin bi domandina pîşeyê xwe gotina xwe didomînin. Nûçegîhana Jinnewsê Şêrîn Çinar jî got: "Em ê bi pêynûsa xwe ya ku ti carî naqede, bibin dengê jinan."
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Rojeva jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî derdikevîn kolanan tijî ye. Rojnamegerên jin jî bi şopandina çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de her roj tên lidarxistin dibin dengê jinan. Rojnamegerên jin ên ku bi jinan re heman zehmetiyê dijîn, dema ku di hefteya têkoşîna li dijî tundiyê de pîşeyê xwe dimeşînin, car caran rastî şîdetê tên, ji ber nûçeyên ku didin tên darizandin û gelek caran li qadê rastî astengiyan tên. Rojnamegerên jinên ên tevî zextên tên jiyîn, jî li qadê bi jinan re li dijî şîdetê têdikoşin, şîdetê û zêdebûna binpêkirinên mafan ji ajansa me re nirxandin.
Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 153’emîn de ye
Tirkiye di azadiya çapemeniyê de, dinava endeksa Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a sala 2021’an de di rêza 153'emîn de ye. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ” Rapora Azadiya Çapemeniyê" ku pêvajoya ji 1'ê Nîsana 2020'an heta 1'ê Nîsana 2021'an digre weşand. Li gorî rapora TGS'ê, li Tirkiyeyê 43 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Di sala dawî de 57 rojnameger bi giştî 144 rojan hatin binçavkirin, 6 rojnameger jî di girtîgehê de hatin derbkirin. Li gorî raporê di heman pêvajoyê de 274 rojnameger bi 128 dozên cuda hatine darizandin. Di encama van dozan de bi giştî 226 sal û 8 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li rojnamegeran hatiye birîn.
Di meha Cotmehê de li 8 rojnamegeran lêpirsîn hat vekirin
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) ji sala 2020’an û vir ve hem di çarçoveya têkoşîna rêxistinbûyî de hem jî binpêkirina mafan li tevahiya Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên herêmê bi rojnamegeran re di warê azadiya çapemenî û îfadeyê de xebatan dimeşîne. Komele, tevî hin astengiyên di pêvajoya pandemî de, xebatên xwe didomîne û raporên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran diweşîne. Li gorî rapora dawî ya komeleyê ku di meha cotmehê de hat weşand, 3 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger rastî êrîşan hatin, 8 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin, di derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, di derbarê 4 rojnamegeran de doz hat vekirin, ji bo 3 rojnamegeran 2 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pere hat dayîn. Darizandina derbarê 58 rojnamegeran dewam kir, derbarê 3 rojnamegerên ku di girtîgehê de binpêkirina mafan hat jiyîn, 2 cezayên RTUK'ê hat dayîn, 50 nûçe û 5 malperên internetê hatin astengkirin.
“Li Tirkiyeyê 63 rojnameger girtî ne”
Hevseroka komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, bal kişand ser wê yekê ku li tevahiya Tirkiyeyê çapemenî û azadiya ramanê bi demokrasiyê re paralel tê meşandin û diyar kir ku pêkanînên antîdemokratîk ên li welêt bandora xwe li ser çapemeniyê dike. Dîcle Muftuoglû diyar kir ku pêvajo di gelek xalan de xwe nîşan dide û got, “Ji axaftina kesekî ya li kolanan heta astengiyên li hemberî ragihandina rastiyan ji raya giştî re ev yek di gelek aliyan de tê dîtin. Rastiyek wiha heye. Ev azadiya çapemenî û derbirînê bi rastî dikare ji gelek aliyan ve were xebitandin. Li hemberî rojnamevanan ji bo nûçeyên ku çêdikin lêpirsîn tên vekirin. Di vê wateyê de hevalên me yên rojnameger ên hatin binçavkirin û girtin jî hene. Niha li Tirkiyeyê 63 rojnameger di nava çar dîwaran de girtî ne. Wêneyek bi vî rengî diyar dike ku ji bo rojnamegeran pîşeya xwe meşandin çiqas zehmet e."
Dîcle Muftuoglû diyar kir ku binpêkirinên mafan ên ne li hemberî şexsan li hemberî raya giştî bandorê li hemû rojnamegeran dike û gelek caran rojnameger û saziyên çapemeniyê rastî sansurê tên. Dîcle Muftuoglu mînaka Rewşa Awarte da û destnîşan kir ku li gel Rewşa Awarte, saziyên çapemeniyê yên ku li ser asta neteweyî û navneteweyî weşanê dikin hatin girtin. Dîcle Muftuoglû, da zanîn ku tevî sansur û girtinan jî bi salan e têkoşînek tê meşandin û got, rojnameger pîşeya xwe didomînin û di vê wateyê de gotinên xwe tînin ziman.
“Êrîşên li ser mafên jinan bi awayekî paralel bandorê li rojnamegerên jin jî dike”
Dîcle Muftuoglû, anî ziman ku têkoşîna ve zilma didome û wiha berdewam kir: “Lingek vê zilmê li hemberê rojnamegerên jin tê kirin. Em behsa êrîşên li dijî mafên jinan ên li Tirkiyeyê dikin û di heman demê de zextên li ser rojnamegerên jin jî zêde dibin. Ji ber ku tabloya heyî jî gotinên jinên ku ji bo nemirin li berxwe didin an jî ji bo dest ji mafên xwe bernedin li kolanan e, ji aliyê rojnamegerên jin ve tê xuya kirin. Bi rastî jî desthilatdariya ku ditirse ev wêne diyar bibe, zext û êrîşên xwe yên li dijî rojnamegerên jin zêde dike. Bi taybetî li qadê rasterast ji vî alî ve êrîş tê kirin.”
Dîcle Muftuoglû da zanîn ku Tirkiye li gorî daneyên gelek saziyên navneteweyî di azadiya çapemeniyê de di rêza herî dawî de cih digire û ev rêjeya di êrîşên li hemberî rojnamegerên jin de hêj xerabtir e. Dîcle Muftuoglû got: " Di rastiyê de ev sansûr û binpêkirina mafan rêyeke kuştina rojnamegeriyê ye" û destnîşan kir ku rastiya ku di salên 90'î de rojnamegeriyê dikuşt, niha jî bi rêbazên cuda hewl didin rojnamegeriyê bikujin.
“Êrîşî rojnamegerên jin ên ku wêneyê heyî nîşan didin dikin”
Dîcle Muftuoglû ya ku diyar kir ew li dijî zextên ku li ser rojnamegerên jinên tên meşandin, vegotina gotinên xwe berdewam dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:” Ji ber ku ew ji xuyabûna wêneyê çalakiya jinan nerehet in, êrîşê rojnamegerên jin dikin. Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku dema li welat operasyonên siyasî yên li dijî jinê tên organîzekirin, jineke rojnameger jî tê binçavkirin û tevlî vê pêvajoyê tê kirin. Nûçeyên ku dişopîne didin ber çavê wê û di derbarê wê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê an jî propaganda kiriye doz tên vekirin. Em dikarin bibêjin ku rojnamegerên jinên bi paralel bûna têkoşîna jinan re li hemberî van êrîşan li ber xwe didin. Li hemberî hemû zextên girtin, sansûr û binçavkirinan axaftin û nivîsandina xwe didomînin. Rojnamegerên jin di vê wateyê de li dijî van zextan nivîsandina xwe didomînin.”
"Çalakiyên 25'ê Mijdarê gelek caran tên astengkirin"
Rojnamegerên jin ên ku çalakiyên bi boneya hefteya 25'ê Mijdarê li bajêr tên lidarxistin dişopînin jî pêvajoyêk zehmet dijîn. Rojnamegerên li qadan dixebitin jî yogintiya ku tê jiyîn gazinan nakin û ji bo bibin dengê jinên ku li dijî şîdetê dengê xwe bilind dikin her tim dixebitin. Nûçegihana Jinnews'ê ya Amedê Şêrîn Çinar ku di van xebatan de cih girtiye, yogintiya di 25'ê Mijdarê de hatiye jiyîn û ramanên wan ên vê pêvajoyê li qadên çebûyî ji ajansa me re vegot.
Şêrîn Çinar diyar kir ku jinên daketin qadan bi bertek nîşanî tundî, tecawiz û qetlîamên li ser jinan zêde didin balê dikşînin ser têkoşînê û got ew wekî rojnamegerên jin dengê jinên li qaden e. Şêrîn Çinar, anî ziman ku di vê pêvajoyê de wan jî li dijî zext û tundiyê têdikoşin û got, “Tevî ku di demên dawî de êrîş û tundiya li ser rojnamegeran zêde bûne jî, em weke rojnamegerên jin li qadan li pey nûçeyan in. Tevî ku em di hefteya 25'ê Mijdarê de ne, piraniya çalakiyên ku jin dixwazin bikin ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û dimen kişandina rojnamegeran jî tên astengkirin. Em rojnameger, gelek caran di nava aloziyên jinên ku li dijî astengkirina çalakî û bûyeran bi polîsan re dikevîn nava nîqaşê bi şîdetê re rû bi rû dibînin.”
Şêrîn Çinar, dest nîşan kir ku helwesta wan a li hemberî pêvajoya ku diqewime têkoşîne û diyar kir ku, "Em jinên rojnameger, çi dibe bila bibe li hemberî êrîşên li kolanan berxwedana xwe bidomînin" û wiha axivî: "Em ê bi vê peynûsa xwe ya heyî ku ti caran hibira we xilas nebe, bibin dengê jin û hemû kesên ku rastî neheqiyê hatine.”