Roja 262’yemîn: Dê jin çarenûsa bêyom a welat biguherînin
Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê nobeta "Edaletê" di roja 262’an de didomîne wiha got:“Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin.”
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 262’an de berdewam dike. Malbata ku ji navçeya Pirsûsê hat û li cihê ku wekî "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin çalakiya xwe didomîne.
Malbatê, ji ser hesabê xwe yê medyayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinan ev peyam parve kir: "Dayikek 9 meh in ji ber êrîşeke fizîkî û derûnî lê hatiye kirin; Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, di Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, bû dengê dayikê. Dê jinên bi rûmet çarenûsa bêyom a welat biguherînin.