RJAK’ê bernama çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir

RJAK’ê li Silêmanî bi daxuyaniyekê çalakiyên 25’ê Mijdarê yên lidarbixin eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bernameya rêze çalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama RJAK’ê Şeyma Nebîl ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin:

 “Êdî kuştinên ku bi behaneya ‘namûs’yan jî her behaneyek din teror yan jî bombebaran li ser xaka me pêk tê bi aramanca dagirkeriyê ye. Ji ber ku jinên ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin, jinên di jêr navê ‘namûsê’ de tên kuştin û jinên ku kirîn û firotin pê tên kirin bi heman hişmendiyê tê kirin. Ew hişmendî jî li dijî jin û dijî mirovahiyê ne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ew hişyarkirina civakê wek erkê xwe dibînin û ew ê têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî zilmê berdewam bikin.

Derbarê cih û demên çalakiyan de jî hat gotin: “Wek RJAK em ê li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Germiyan û ger dibistan vebûn jî em ê semîneran ji bo xwendevanan bidin. Em ê çalakiyên bi rengê meş, daxuyanî û belavokan jî li dar bixin.”