Festîvala hinaran a li Delemarzê rastî eleqeyek mezin hat

Li Gundê Delemarz ê Îranê festîvala Hinaran hat lidarxsitin. Gelek kesên beşdar, bi stran û govendê reng dan festîvalê.

JONAH ARDALAN

Sarovabad – Li gundê Delemarz ê girêdayî navçeya Sarovabad di festîvala hinaran ku hat lidarxistin de, dîmenên rengîn derketin holê. Ciwanên ku di festîvalê de erbane lêdidan, stranên taybet gotin û govend gerandin. Di festîfalê de gund jî hat nasandin.

Gundê Delemarz yek ji gundên ku her sal di werza payîzê bi hinarên xwe bi nav û deng dibe ye. Mêvanên ku ji çar aliyên Îranê beşdarî festîvalê bûne bi dayîna hinaran tên pêşwazîkirin. Ji bo kesên ku diçin serdanê qadên bêhnvedanê hatine avakirin.

Gelê ku festîvalê bi coşek mezin pêşwazî dike, di dema ku govendên Kurdî dihatin gerandin de hêzên ewlehiyê ew hişyar dikirin. Di festîvalê de li axaftina waliyê ku beşdar bûbû nehatî guhdarkirin.

‘Em festîvalê weke pêşketinek dibînin’

Saria Mohammadî ya ku beşdarî festîvalê bûye got: “Gundê Delemarz gundek gelek xweş e, mixabin riyeke wê ya rast tune ye, îro em ji bo festîvala hinaran em kom bûne. Bi saya vê em gund bi cihên din didin nasandin û em vê weke pêşketinekê dibînin.”

Samia Habîbî ya ku ji Sine beşdarî festîvalê bûbû jî wiha got: “Ji bo ciwan di qada çandiniyê de bi pêş bikevin û li herêmê jî pêşketin çêbibe bi alîkariya gelê gund me ev festîfal amade kir. Îro em li vê derê ne em spasiya hemû kesên ku ked dane dikin. Bername gelek xweş e, gelê gund gelek mêvanperwer e.”